Li Amedê jinek hate qetilkirin

08:58

JINHA

AMED - Li navçeya Surê ya Amedê cenazeyê jinekê hatibû qetilkirin hate dîtin.

Li gundê Elîbardaxê yê navçeya Surê ya Amedê cenazeyê jineke navê wê nehat zanîn hat dîtin. Dema şivan li derdora gund pez diçerand rastî cenazeyê jinekê hat. Piştî ku gundiyan agahî dan cendirmeyan ekîbên lêkolîna cihê bûyerê hatin, cihê ku cenaze lê û lêkolîn kirin. Li gorî agahiyên ji cendirmeyên li cihê bûyerê hatin girtin, cenazeyê jina hatî dîtin temenê wê di navbera 25-30 saliyê de ye û bi du gule li serê wê hatin xistin hatiye kuştin.

Li cihê bûyerê şopa tekelên wesayîtekê hebûn û nasnameya jina tê gotin hatiye qetilkirin nehat zanîn. Cenazeya hate dîtin li ser texrîbat tunebû, kinc û amûrên wê yên din hemû li ser bûn. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selaheddîn Eyyûbî ya Amedê.

(ch)