Bombebarandina balafirên Tirk a li Qendilê: 8 sivîl jiyana xwe ji dest da
09:51
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên artêşa Tirk gundê Zergelê yê Qendîlê bombe kirin. Li gorî agahiyên destpêkê di bombebaranê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 18 welatî jî bi giranî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ANF'ê, balafirên şer ên artêşa tirk ji 24'ê Tîrmehê vir ve herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dike û şevê din komkujiya sivîl pêk anî. Hat ragihandin ku balafirên şer şevê din ji saet 04:00 û vir ve herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dikin. Hat zanîn ku gundê Zergelê ji alî balafiran ve hatiye bombebarankirin. Hat diyarkirin ku gelek malên gund bi fuzeyên ji balafiran hatine avêtin hilweşiyane. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 8 welatî jiyana xwe ji dest dan û gelek welatî jî birîndar bûn.
Navê welatiyên di bombebarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dane aşkera bûne wiha ne: Nedîm, Pîro, Necîp, Salih, Karox, Hemine, Eyşê û Abdulkadir.
Komkujiyên tebaxê
Gundê Zergelê yê Qendîlê gelek caran bûbû hedefa bombebarana balafirên artêşa tirk. Herî dawî di 17'ê tebaxa 2011'an balafirên şer gundê Zergelê bombebaran kiribûn malek hedef hatibû girtin. Dîsa li heman herêmê gundê Kortekê jî gelek caran hatibûn bombebarankirin. Piştî bomberana gundê Zergelê 4 roj şûnde di 21'ê tebaxa 2011'an de gundê Kortek hatibû bombebarankirin. Di bombebaranê de wesayîta malbatek sivîl hedef hatibû girtin û di encama vê êrîşê 4 jê zarok 7 welatî jiyana xwe ji dest dabûn. Qetilkirina Solîna biçûk hêj di hişê mirovan de zindî ye û ji bo welatiyên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bîrdarî hatibû çêkirin.
(ch)