Ciwanên Silêmaniyê dibin mertalên zindî
10:13
JINHA
SILÊMANÎ- Li Silêmaniyê komek Ciwanên Welatparêzên Başûrê Kurdistanê ji bo bibin mertalên zindî dê biçin Herêmên Parastinê yên Medya yê.
Li Herêma Kurdistanê çalakiyên şermezar kirina bombebarankirina balafirên şer ên dewleta Tirkiyê bênavber didomin. Piştî ciwanên Kerkûkê, ya duh wek mertalên zindî ber bi Qendîlê ve çûn, îro jî Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê weke mertalên zindî dê biçin Qendîlê û êrîşên dewleta Tirkiyê şermezar bikin.
Divê çarçoveyê de wê îro li ber avahiya navenda Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê ya Silêmaniyê komek ciwan wek mertalên zindî daxuyaniyekê bidin çapameniyê. Piştre jî wê ber bi Qendîlê ve biçin.
(rc/ch)