Jinên Êzîdî: Em destûr nadin komkujiya 74'an (1) - TAYBET
11:04
Piştî fermana 73'an salek derbas bû...
Zehra Dogan/JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ser êrîş, qetlîam û tecawûzên çeteyên DAÎŞ'ê ya hemberî Êzidiyan salek derbas bû. Di nava vê salê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin, zarok rastî pêkûtiyên guhertina bawerî û bîrdozî hatin. Bi hezaran jin jî dil hatin girtin û li gelek bajarên cuda ya Rojhilata Navîn de li bazaran îşkence dîtin, hatin firotin û ev rewş hê jî didome.
Ji ser êrîşên DAÎŞ'ê ya 3'yê Tebaxê ya hemberî Şengalê salek derbas bû. Li gor daneyên ne fermî ji roja 3'yê Tebaxê heta niha 7 hezar jin û zarok hatine revandin. Ev jin û zarokên ku dil hatine girtin li bajarên cuda ya Rojhilata Navîn wek Til Alfer, Baaj, Aseyba, Rabia, Şengal, Koço, Tıl Azêr, Erebîstan, Surî û Rakkayê li bazarên koleyan de tên firotin. Dîsa li gor daneyên ne fermî 500 jin jî an bi derfetên xwe an jî bi firotinên cihên cuda xwe ji destê DAÎŞ'ê xilas kiriye.
Di van êrîşan de gelek jin jî ji bo xwe xilas bike kete rê û vî meşa mirinê de ji tî û birçîna jiyana xwe ji dest dan. Piştî gerîlayên HPG û YJA-Starê korîdora ewlehiyê vekirin gelek Êzidî xwe bi vî awayî xilas kirin û belavî bajarên cuda ya Rojava, Bakûr û Başûr bûn. Êzidiyên ji Şengalê hatin derxistin hin li Kantona Cizirê li bajarê Dêrikê di kampa Newrozê de bi cîh bûn, hin li bajarên Başûr ya Zaxo, Dûhokê û li Bakûr jî bajarên wek Êlih, Silopî, Cizîr, Weranşêr, Mîdyad û Amedê li kampan de hatin bi cîh kirin. Êzidiyên ku ji ax û welatê xwe dûr ketin û rastî komkujiyê hatibûn têkoşîna xwe ya jiyanê ya xedar li van kampan de domandin.
'Hejmara êsîran her ku diçe zêde dibe'
Êzidiyên ku travmaya jiyandine ji ser xwe neavêtin li derveyî kampê jî jiyanek bi zehmet re rû bi rû man. Bi taybetî jî li bajarên wek Zaxo û Duhokê ya Kurdîstana Federal de li cihên înşaat û dikanên vala de di barakayan de jiyana xwe domandin. Jinên ku xwe ji destê DAÎŞ'ê xilas kirine jî piranî nexwestin di kampan de bimînin. Ew jinên ku li ber çavên wan malbata wan hate qetilkirin tevî dê û xwîşkên xwe hatin revandin, firotin û rastî tecawûzê bûn. Dema bi wan jinên hatine revandin re hevdîtin pêk hat diyar kirin ku bi hezaran jin di bazaran de bi bûhayên 10 dolar û zêdetirî wî tê firotin û cihên ku di bin dagirkeriya DAÎŞ'ê de ye jin dil tê girtin. Her wiha jinan da zanîn ku di destê çeteyan de jinên Êzidî, Sûryanî, Ermenî, Elewî, Yahûdî û Tirkmen nêzî 7 hezar jin hene û ev hejmar her ku diçe zêde dibe.
Lijneyên ku tên encamek bi dest naxînin
Di cîhanê de bêdengiya li hember komkujiya DAÎŞ'ê ya dest pê kiribû li hember revandina jinên Êzidiyan jî berdewam dike. Lijneyên ku girêdayî Yekitiya Ewrûpa diçin cihên jin lê dimînin dêleva çareseriya pirsgirêkên jinan, bi armanca rehabîlîtasyonê riya Ewrûpa didin pêşiya jinan. Li gor agahiyên ji jinan hatiye girtin tê diyar kirin ku hatina lijneyan û hevdîtinên bi jinan re tê kirin dibe sedema dubarekirina travmayê û ji bo jinan encamên baş bi dest naxînin.
Ên ji komkujiyê xilas bûn di refên berxwedanê de ne
Bi hezaran Êzidiyên ku ji komkujiyê xilas bûn koçî welatên cuda bûn û nêzî 10 hezar Êzidî jî li çiyayê Şengalê ya pîroz ku heta niha rastî 73 fermana û berxwedanên mezin bûye tevlî refên HPG û YJA-Star'ê bûn. Jinên Êzidiyên ku li hember komkujî û tecawûzan dibêjin 'Carek din qethî' bi rêxistina YPJ-Ş'ê tevlî berxwedanê bûn. Şervanên ku saleke ewlehiya gel digrin û berxwedanek bêhempa didin anî ziman ku peywirek dîrokî bi cîh tînin.
Jinên Êzidî: carek din qethî
Nêzî 10 hezar Êzidî ku li çiyayê Şengalê di konan de bi malbatên xwe re dimînin li alîyekî jî bi çeteyan re şer dimeşînin. Jinên ku li çiya têkoşîna jiyanê didin bi xebatên ku di tendûran de nanên xwe çêdikin, bi zarokên xwe re qirşik û giya topdikin bersiva herî mezin didin dagirkeran ku li çiyayê Şengalê di konan de perwerdehî jî dest pê kiriye. Ji bo rêxistinkirina jiyanê meclîsa Êzidiyan jî hatiye ava kirin û jinên ku dibêjin ' carek din qethî' ji bo parastina xwe di refên YPJ-Ş'ê de cîh digrin û ji bo avakirina jiyanek nû dixebitin.
(ch)