Jinên Êzîdî: Em destûr nadin komkujiya 74'an (2) - TAYBET
11:05
'Azadiya Şengalê girêdayî azadiya jinên Êzidî ne'
Tugba Akyilmaz/JINHA
ŞENGAL - Ji ser berxwedana jinên Êzidî ku li Çiyayê Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dest pê kiribûn re salek derbas bû. Fermandara YJA Starê ya Şengalê Berfîn Nurhaq bal kişand ser têkoşîna yekîneyên Jinên Êzîdî yên bi gotina "Carek din qethî" û li gel hêzên YPJ-Ş'ê û cihê xwe girt û got: "Mezinbûna YPJ-Şengal azadiya Şengalê ye."
Salek berê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin. Di êrîşê de bi sed hezaran Êzidiyên Şengalê berê xwe dan çiyan û bi mehan li dijî çeteyên DAIŞ'ê di ber xwe dan. Bi minasebeta salvegera berxwedana Êzidiyên Şengalê me jî berê xwe da çiyayê Şengalê. Êzidiyê Şengalê û parastina Şengalê bi berxwedana xwe bala hemû cîhanê kişand ser xwe. Fermandara YPJ-Starê ya Parastina Şengalê Berfin Nurhaq têkildarî têkoşîn û berxwedana salekê de agahi da me. Berfîn Nurhan, di serî de kesên di firmana Şengalê de jiyana xwe ji dest dan û kesên wekî Armanc, Evrîm, Jiyanda, Vînar, Dilgeş, Berxwedan, Çiya Serhat û kesen din yek bi yek bi bîr anî û diyar kir ku ew dê girêdayî doz û têkoşîna wan be. Berfîn, anî ziman ku piştî êrîyê travmayek pêş ket, lê wan ew psikolojî û hewaya ku neyînî û ya çareser nabe şikand û hewaya berxwedan û heviyê pêş xistiye.
'Şengal ji bo rojava gelek girîng e'
Berfîn, destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi gelek armancên êrîşî Şengalê kir û wiha axivî: "Niha li Rojava şoreşek ku hêzên serdest qet tehamul nake pêş ket. Li Rojava Şoreşa Jinê heye. Şoreşa Jinê bi zora gelek hêzên serdest diçe. Ji ber vê yekê navenda êrîşênn stratejik çiyaye Şengalê ye. Li gorî xwe plan dikin ku dema Çiyayê Şengalê bi dest bixin dê karibin bi hêsanî Rojava jî bi dest bixin. Li aliyê din Çiyayê Şengalê hem ji bo Kurdistanê û hem jî ji bo Rojhalata navîn di milê dîrokî, erdnîgarî û çandî de cihekî gelek sitratejîk e. Ji ber vê yekê dixwazin axa Şengalê dagir bikin û li vir çeteyan bi cih bikin. Bi van êrîşan dixwazin çanda êzîdiyan tune bikin û wan tevan asîmîle bikin."
Berfîn gotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 'Pergala Kapîtalîst civak ji civakbûnê derxistiye' bi bîrxist û da zanîn ku ji ber vê yekê êrîşên hêzên dagirker û kapîtalîst li ser Rojhilata Navîn zêde dibin.
'Êzîdî niha parastina rewa dikin'
Berfîn, da zanîn ku Êzidiyên rastî komkujiyê hatin, dîsa xwe komî ser hev kirine û xwe bi rêxistin dikin û tev li jiyanê dibin. Ferfîn, daxuyand ku rola gerîllayên HPG û YJA-Starê ya li ser parastin û jiyana gelê Êzidî pir zêde ye û wiha got: "Di rewşek ku gel rastî komkujiyê tê îdîaya jinên êzîdî ya berxwedan û parastina rewa gelek girîng e. Ji bo bawerî, azadiya jiyana gelê êzîdî, ji bo pêşeroja azad û demokratîk, mirov bê li ser vê axê di ber xwe bide, şer bike û şehîd bikeve, hêz, moral, bawerî û ruhekî din dide gelê êzîdî. Ger ku îro gelê êzîdî xwe ji bi bin bandora fermanan rizgar kiribe û ji bo pêşerojê li ser têkoşîn û berxwedanê niqaş dike ev serkeftinek mezin e. Ev ji ber hêz, nasname û hebûna gerîllayên YJA-starê ye."
'KDP hevkariya êzîdiyan nake'
Berfîn, bal kişand ser rewşa hêza leşkerî ya Şengalê û wiha berdewam kir: "Gerîllayên HPG-YJA-Star, YBŞ, Şervanên YPJ-Şengalê di hamleyê de berxwedanek mezin nişan dan. Bi performansek mezin di ber xwe dan. Gelek girên stratejîk yên Şengalê bi dest xistin û giraniya Şengalê xistin kontrola xwe. Niha rizgarkirina Şengalê di rojeva me de ye. Lê ji ber niqaş û rewşa hêzên siyasî rizgarkirina Şengalê hatiye rawestandin. Niha çalakiyên ku dagirkeran paşve bikişîne tên kirin. Şengal hem di milê siyasî de û hem di milê erdnîgari de din ava axa Iraq, Herêma Federal a Kurdistanê û Rojava de ye. Ger ku di milê siyasî de 3 alî bibin yek dê pirsgirêk çareser bibe. Niha KDP nêzî hevkariya gelê Şengalê nabe. Di salvegerê de em dîsa bang li wan dikin ku ji bo rizgarkirina Şengalê hêza xwe bikin yek."
'Mezinbûna YPJ-Şengalê azadiya Şengalê ye'
Berfin, bilêv kir ku piştî fermanên bi serê gelê êzîdiyan de hat, lêhûrbûn, rêxistinbûn û parastina rewa ya jinên êzîdî zêdetir bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jinên êzîdî dê tu carî êşa van fermanan ji bîr nekin. Dê li dijî vê fermanê şer bike û têkoşîna xwe bilintir bike. Ji ber vê yekê wekî akademiya parastinê em dixwazin Akadeemiya Şehit Xanê xurtir bikin û bi rêxistin bikin. Em hewl didin ku hêza Leşkerî ya YPJ-Şengalê xurttir bikin û bi rêxistin bikin. Em rizgarkirina Şengalê esas digirin. Ji ber vê hewldanê tevlêbûna refên YPJ-Şengalê zêde dibe. Tevlêbûna jinên ciwan ên êzîdî gelek zêde ye. Tevlêbûn ne tenê li Çiyayê Şengalê, li hemû warên ku êzîdî lê dijî tevlêbûn zêde ye. Bi vê armancê wekî gerîllayên YJA-Starê em di eniya şer a rizgarkirina Şengalê de cih digirin. Hêz û tevlêbûna YJA-Starê ji bo hemû jinênn êzîdî dibe moral. Mezinbûna YPJ-Şengalê hêz û azadiya Şengalê ye."
(zd/mae/ch)