Jinên Rojava : 'Xendek dê bibe gora Erdogan'

11:11

JINHA

SERÊKANIYÊ - Jinên Ereb yên Rojava xendekên ku dewleta Tirkiyê di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de dikole şermezar kirin.

Jinên Ereb li bajarê Serêkaniyê ya Kantona Cizîra Rojava xendeqên ku ji aliyê Bakûrê Kurdistan û Rojava de têne kolandin şermezar kirin. Jina bi navê Îlham Henîfî diyar kir ku, bi kolandina xendekan perçebûna Kurdan hedef digrin û wiha got:
" Piştî serkeftinên hêzên YPG û YPJ'ê li Kantona Cizîrê, dewleta Tirk li hember vê serkeftinê xwe negirt û dest bi kolandina xendeqan dike. Dewleta Tirkiyê bi kolandina xendekan perçebûna Kurdan hedef digre. Lê wek jin emê vê yekê nepejrînin û helwestên êrîşa dewleta Tirkiyê şermezar dikin."

Îlham wiha dom kir: "Tirkiyê bi kolandina xendekan dixwaze fitne bixe navbera gelê Kurd û Ereban. Lê ez wek jinek Ereb dibêjim ku kes nikare perçebûnê bixe navbera gelan. Azadiya gel wek hevî û rêxistinbûnê bi dest dikeve û em bi keda xwe hatin vê rojê. Em ê her tim piştgirî bidin gelê Kurd û hêzên YPG/YPJ'ê."

'Xendek dê bibe gorê Erdogan'

Jina bi navê Întîsar Mekê diyar kir ku, dewleta Tirkiyê xendekan wek gorê ji xwe re dikole û wiha dom kir: "Piştgirî dide çeteyên DAIŞ'ê li hember Kurdan, lê cardin çavê dewletê têr na be. Xwe li hember serkeftina hêzên YPG/YPJ'ê nagre. Bi kolandina xendekan wê tû encam negire. Heya ku li pişta me hêzên YPG/YPJ'ê hebe wê tû êrîş nikaribin gelê Kurd ji holê rakin. Xendek dê bibe gora Erdogan. Bila dewleta Tirkiyê baş bizanibe ku ew nikare yekîtiya gelen perçe bikin."

'Kurd ne Kurdên berê ne'

Kafaî Mihemed jî axivî û got: "Dewleta Tirkiyê bi êrîşan nikare hêza gelê Kurd têk bibe. Ji ber ku hêzên YPG/YPJ'ê êdî di cîhanê de bûye hêzek navnetewî. Em êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar û nalet dikin." Her wiha Zûbêyda Ehmed jî got: "Em kolandina xendekan bi tundî şermezar dikin. Ev xendek gor in û Erdogan ji xwe re dikole. Di dawî de wê serî wî de hilweşe. Wê demê wê bibîne ku Kurd gelek bi hêz in û ne Kurdên berê ne."

(rb/rc/ch)