Bombebarandina balafirên Tirk a li Qendilê: 9 sivîl jiyana xwe ji dest dan

11:22

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Balafirên şer ên Tirkiyê îro danê sibehê gundê Zergele yê Qendîlê bombebaran kirin. Hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt 9 kesan.

Nûçegehanê RojNewsê ji herêma şer ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyê saet derdora 04.00'an gundê Zergele yê Qendîlê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de heta niha 9 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 15 welatî jî birîndar bûne. Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Tê gotin ji ber hêjmara zêde ya birîndaran, dibe ku hêjmara kesên jiyana xwe ji dest bidin zêdetir bibe.

Berî kêliyekê welatiyek din ê bi navê Mihemed Emîn ku birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Navê kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ye

Salih Mihemed Emîn, Karûx Mihemed Emîn, Mihemed Emîn, Heybet Mihemed Emîn, Eyşê Xidir, Ebdulqadir, Necîb Rojhilat, Nedîm û Pîro

(ch)