Di bûyera Agirî de şopa pevçûnê nehat dîtin
11:46
JINHA
AGIRÎ- Li Agiriyê înfaza du jê bira ya 3 kesan a ji aliyê tîmên taybet ve pêk hat, şopa di garajê de her tiştî radixe ber çavan. Polîsan ji her alî ve garaja deriyê wê tine gulebaran kirine lê li gor di garajê de şewat derneketiye jî cenaze hatine şewitandin.
Tîmên taybet duh li Taxa Sitkiye ya Agiriyê bi ser malekê de girtin û endamê HDP'ê Sezaî Yaşar, birayê wî Ahmet Yaşar û Mirzettîn Gorturk ê ji Mûşê ye înfaz kirin. Piştî înfaz pêk hat 5 seatan cenaze li cihê bûyerê hatin sekinandin û piştre birin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê. Serokê Baroya Agiriyê Alî Artuk xwest di lêkolîna dozgeriyê de cih bigire, lê dozgeriyê ev yek red kir. Piştî cenaze anîn nexweşxaneyê, polîsan û tîmên taybet bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan nexweşxane dorpêç kirin. Parêzer û malbata her dû birayan ketin morgê û gotin 'Cenaze hatine şewitandin.'
Lê ji ber ku di garaja ku polîsan êrîş biriye ser ti şewat derneketiye diyar dibe ku 3 kes di garaja deriyê wê tuneye de hatine de înfazkirin û piştre hatine şewitandin. Dîsa li cihê bûyerê hat dîtin ku ji çar aliyan li ser garajê gule hatiye barandin û ti şopa pevçûnê tûneye.
(ch)