Meşa ciwanan ya ber bi Şengalê ve dest pê kir
12:21
JINHA
DÊRiK - Ciwanên Şengalê yên di kampa Newrozê de dimînin bi boneya salvegera yekemîn komkujiya Şengalê û bi armanca bîranîna kesên di komkujiya 3'yê Tebaxê de jiyana xwe ji dest bi meşa dirêj a ber bi Şengalê ve kirin.
125 ciwanên ku kenzeyên spî û wêneyên komkujiyê li ser hatibûn çêkirin, li xwe kiribûn bi boneya salvegera yekemîn komkujiya Şengalê û bi armanca bîranîna kesên di komkujiya 3'yê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dane bi meşa dirêj a ber bi Şengalê ve protesto bikin saet di 07.00'an de li kampê kom bûn. Ciwanên ku bênavber dirûşm berz dikirin pankartên bi nivîsên ?3'yê Tebaxê roja îxaneta Mezin e', 'Jinên Êzîdî yên hatin revandin rizgar bikin', 'Fermana 73'an dê bê bersiv nemîne' û '3'yê Tebaxê roja qirkirina Êzidiyan e' vekiribûn, alên YBŞ'ê hilgirtibûn saet di 08.00'an de ji kampa Newroz a Dêrikê dest bi meşê kirin.
Dema kombûna ciwanan li kampê hemû şêniyên kampa Newrozê ciwanan oxirkirin û bênavber dirûşmeyên li dijî pêşmergeyên PDK'ê yên 3'yê Tebaxê reviyan û gelê Şengalê bê parastin hiştin, her wiha diruşmeyên li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berz dikirin. Ciwan ber bi riya giştî ya Dêrikê ve derketin rê û ji wir dê ber bi Şengalê ve bi rêkevin û dê serdana herêmên ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) diparêzin bikin û wê piştgiriya xwe ya bi hêzên YBŞ'ê re nîşan bidin.
Li gorî komîteya amadekar dê ciwanên kampa Newroz li Newala Kersê bigihêjin Ciwanên Şengalê û dê ji wir serdana gora Şîbel Qasim bikin û dê daxuyaniya hevbeş li dijî komkujiyê bixînin.
Di 3'yê Tebaxa 2014'an de komên çete yên DAIŞ'ê êrîşî herêma Şengalê kirin. Pêşmergeyên PDK'ê ku wê demê qaşo parastina Şengalê dikin reviyan û gelên herêmê bê parastin hiştin. Bi sedan pêşmergeyên PDK'ê revîyan û berê xwe dan Rojava û ji bo derbasî Rojava bibin ew xendeqên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê ku PDK'ê bi destê xwe kolandinbûn dagirtin û reviyan.
Ji ber vê yekê komên çete yên DAIŞ'ê bi hezaran şêniyên Şengalê qetil kirin û bi hezaran jin û zarokên Şengalê revandin û li bazarên Til Efer, Mûsil, Reqa û Helebê wekî kole firotin. Gelek ji wan jinên Êzdî ku çeteyan revandinbûn ji Reqqa yê xwe xilas kirin xwe gihandin Rêveberiya Xweser û piştre derbasî Şengalê bûn.
(ch)