Ciwanên Rojava meşa Gemlikê silav kir
13:11
Rûksen Efrîn/JINHA
QAMIŞLO - Ciwanên Rojava diyar kirin ku, tecrîda li ser Rebêre PKK'ê Abdullah Ocalan, tecrîdkirina pêşeroja Rojhilata Navîne û gotin: "Dixwazin gelê Kurd û Rêberê wê ji hev veqetînin. Lê belê wê tû caran nekaribin me ji hev veqetînin. Tecrîd kirina Rêbertî tecrîdkirina hemû Rojhilata Navîn e. Ji ber ku hêza azadkirina herêmê wê bi felesefeya Rêbertî pêk were." Her wiha ciwanan meşa ber bi Gemlîkê ve silav kirin.
Konsepta şer ya AKP'ê her ku diçe berfireh dibe û li aliyê din tecrîda li hember Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan tê kûr kirin. Bi armanca balkişandina ser polîtîkayên tecrîda ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya TUHAD-FED bi dirûşmeya "Bi sedhezaran ji bo azadiya Rêbertî em dimeşîn" wê îro ji Amedê ber bi Gemlîkê ve meş were li darxistin. Li ser vê yekê ciwanên Rojava ya bajarê Qamişloyê meşa Gemlîkê silav kirin û balkişandin ser polîtîkayên êrîşê ya dewleta Tirkiyê.
'AKP û KDP bi hev re êrîş dikin'
Ciwana bi navê Sûriya Hosenî destnîşan kir ku AKP û KDP bi hev re êrîşa gelê Kurd dikin û wiha got: " Pêvajoya aştiyê hêviyek bi me re dabû avakirin. Lê dema ku pêvajo li gor daxwaza AKP'ê bi rê ve neçû riya îxanetê tercîh kir û dest bi êrîşên mezin ya hember gelê Kurd pêk anî. Lê em dizanin ku HDP wê bi kedek mezin pêvajoyê ber bi aştiyê ve bibe. Dewleta Tirk û hevkarê wê KDP'ê bi îxanet kirina xwe ya pêvajoyê difikirin ku em ê jî dawî li pêvajoya aştiyê bînin. Pêwîst bû dewleta Tirkiyê xwedî li pêvajoya ku dabû despêkirin derketiba û KDP'ê jî riyê îxanetê hilnebijarta. Lê di encamê de ev ne cara yekeme ku her dû hêz îxanetê li gelê Kurd dikin. KDP bi Tirkiyê re hevkarî dike û li ser kolandina xendekan û xêzkirina sînoran li hev dikin. KDP bi vê helwestê, îxaneta xwe ya dîrokî carek din zindî kir. Mînaka ber bi çav jî Şengal e."
'Em azadî dixwazin'
Sûriya bilêv kir ku ew tecrîda li hember Rêberê PKK'ê napejirînin û azadiya Rêbertiya xwe dixwazin û her wiha anî ziman ku ew meşa ber bi Gemlîkê ve silav dikin. Sûriya got: "Em tecrîda li hember Rêbertiya xwe û êrîşên balafirên şer ya li ser herêmên Parastinê yên Medya yê bi tundî şermezar dikin. Ez bang li tevahî ciwanên Kurd dikim ku li hember êrîşên dewleta Tirkiyê hişyar bin."
'Em ê xeta Rêbertiya xwe bişopînin'
Zozan Ebdullah bi bîrxist ku ji sala 2011'an heya niha hevdîtinên bi parêzeran bi Abdullah Ocalan re tê asteng kirin û wiha domkir: "Ez tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikim. Ji gelê Kurd nasname û welat hatibû girtin. Rêberê me Birêz Abdullah Ocalan welat û nasnameya me ya çandî ku ji me hatibû dizîn, xwest vegerîne. Her wiha li hember dagirker û desthiladaran gelê Kurd hişyar kir, zanebûn pêşxist û têkoşîna azadiya gelê Kurd bilind kir. Em wek gelê Kurd ji welatek cûda ne hatine û me axê tu kesî dagir nekiriye. Em li ser axê xwe têkoşîn didin û welatê xwe diparêzin. Lê dijminê me bi her aweyî êrîş dike û dixweze me tûne bike. Tirkiyê KDP û Emerîka li ser tûne kirina Kurdan û girankirina tecrîda li hember Rêbertî li hevkirine. Ez wek jin û ciwanek soz didim ku heyan tecrîda li hember Rêbertiyê me rabe ewê têkoşîna me ya berxwedanê bidome."
'Kes nikare vê girêdanbûnê veqetîne'
Bîlal Mihemed meşa Gemlîkê silav kir û wiha got: "Bi taybet ev 5 mehin tecrîda giran li hember Rêbertiyê me pêk tînin. Tirkiyê li Kurdistanê gelek ciwanên Kurd girtin binçavan û êrîş li hember herêmên Parastinê yên Medya yê pêk anî. Hewildidin gelê Kurd û Rêbertî ji hev veqetînin. Lê belê ewê tu caran nekaribin me ji hev veqetînin. Tecrîda li hember Rêbertiyê me tecrîd li hember Rojhilata Navîne. Ji ber yê ku herêmê azad bike felsefeya Rêberê me ye."
(rb/rc/ch)