Şahîdên komkujiya gundê Zergelê axivîn

13:37

JINHA

QENDÎL- Piştî balafirên şer ên artêşa Tirk gundê Zergele yê Qendîlê bombe kirin, niştecihên gund behsa kêliya bûyerê kirin. Gundiyan diyar kirin ku balafirên Tirk piştî bomberdûmana yekemîn kesên çûn alîkariya xizmên xwe jî bombe kirin. Li gor agahiyên dawî di encama bombebarandina balafirên Tirk a hemberî gundên Qendîlê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 10'an.

Piştî balafirên şer ên artêşa Tirk gundê Zergele yê Qendîlê bombe kirin, niştecihên gund behsa kêliya bûyerê kirin. Feqî Muhammed û Silêman Nebî yên li gundê Zergele yê balafirên şer ên artêşa Tirk komkujî lê pêk anî dijîn, bûyer ji ajansa ANF'ê re vegotin. Silêman Nebî wiha axivî: "Li gor encamên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Gundî û xizmên çûn alîkariya wan jî ji aliyê balafirên şerên artêş a Tirk ve hatin bombe kirin. Li vir jî 7 kesan jiyana xwe ji dest da." Feqî Muhammed jî şahidiya bûyerê wiha anî ser ziman: "Li vê herêmê 6 xanî hebûn. Hemû hatin hilweşandin. Li vir mirovên sivîl û masûm hedef hatin girtin. DewletaTirk gerîlayan dikin hincet û gundên Kurdan dikin hedef. Armanca wan ev e ku li hember Kurdan komkujiyan pêk bînin. Erdogan û AKP dijmintiya Kurdan dikin."

'Hedefa dewleta Tirk sivîl in'

Yek ji niştecihê gundê Zergelê Silêman Nebî Bokî, der barê kêliya bomberdûmanê de axivî û diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk saet sibehê 04.05'an gund bombe kirine û got: "Li gor encamên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Gundî û xizmên çûn alîkariya wan jî ji aliyê balafirên şerên artêş a Tirk ve hatin bombekirin. Li vir jî 7 kesan jiyana xwe ji dest da. Dewleta Tirk sivîlan dike armanc. Kesên li vir dijîn bi temamî sivîl û gundî ne. Berê jî wesayîteke gundiyekî bombe kirin, 4 kesan jiyana xwe ji dest da."

'Dewleta Tirk gerîlayan dikin hincet '

Gundiyê din Feqî Muhammed jî wiha axivî: "Li vê herêmê 6 xanî hebûn. Hemû hatin hilweşandin. Li vir mirovên sivîl û masûm hedef hatin girtin. Dewleta Tirk gerîlayan dikin hincet û gundên Kurdan dikin hedef. Armanca wan ev e ku li hember Kurdan komkujiyan pêk bînin. Erdogan û AKP dijmintiya Kurdan dikin."

Her wiha li gor agahiyên dawî di encama bombebarandina balafirên Tirk a hemberî gundên Qendîlê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 10'an

Parlamenterên Komel û Tevgera Goran ber bi Qendîlê ve diçin

Parlamenterên Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê jî ber bi gundê Zergele yê Qendîlê ku îro ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve hatine bombebaran kirin ve çûn.

Parlamenterê Komela Îslamî û serokê komîteya mafê mirovan li parlamentoya Herêma Kurdistanê êrişa balafirên Tirkiyê şermezar kir û wiha axivîn: "Em weke parlamenterên Koma Tevgera Goran û Komela Îslamî ji bo em rewşê ji nêz ve bibînin û serdana malbatan bikin ber bi cihê bombebaranê ve diçin. Tişta eşkere û zelal ewe ku serokatî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê xwedî helwestek pir şerm în. Heta niha jî negihiştine asta şermezar kirina van tawanbariyên Tirkiyê ya li beramberî welatiyên Herêma Kurdstanê. Divê pêşî li vê yekê bê girtin. Divê helwesta fermî ya serokatî û hikûmeta Herêma Kurdistanê di asta rawestandina van bombebaran de be, nekû berovajî hincetan bide van bombebaran kirinan.''

(ch)