Şahida bûyera Agirî: Tîmên taybet du rojan kemîn danîn

15:39

JINHA

AGIRÎ – Şahida bûyera li Agiriyê qetilkirina 3 kesan Mensure Aslan diyar kir ku tîmên taybet li taxê 2 rojan xwe veşartine û kemîn danîne û duh şevê jî operasyon pêk anîne. Mensûre got ku pevçûn neqewimî ye.

Şahidên bûyera li taxa Sitkiye ya Agiriyê qetilkirina 3 kesên bi navên Sezaî Yaşar (26), birayê wî Ahmet Yaşar û Mîrzettîn Gorturk diyar kir ku polîsan du rojan li taxa wan kemîn danîne. Ji welatiyên taxê Mensure Aslan diyar kir ku tîmên taybet 48 saetan li taxê li konteynirên çopan û li cihên xirabe xwe veşartine û kemîn danîne.

Mensûre wiha axivî: “Roja ewil em li devre rûniştibûn. Ji nişka ve anosa ‘derkevin derve dora we hate dorpêçkirin’ hat kirin. Piştre jî me dengê bombeyan û çekan bihîst. Piştî dengên çekan jî em wekî welatiyên taxê ji bo ku fêm bikin derketin kolanê. Polîsan mudaxale kirin û gotina ‘xwe bavêjin erdê’ bi kar anîn. Piştre jî em heta serê sibehê li şaneşînên malên xwe rûniştin.”

‘Dengê çekan û teslîm bibin bi hev re hat’

Mensûre da zanîn ku sibetirê heta saet 16.30’an tevgerek çênebû lê wesayîtên sivîl tijî hatin taxê û vala vegeriyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji xwe piştî wê rojê polîs ji taxê derneketin. Lê li holê jî nedixuyan. Xwe li cihên konteynirên çopê û malên xirabe veşartibûn. Tu kesan ferq nekirin. Roja duyemîn jî saet di 16.00’an de ewil dengê çekan hat. Qasî 10 deqîqeyan berdewam kir. Wekî dihat gulebarankirin. Hemû jî dengên çekên giran bûn. Pevçûnek çênebû. Piştî gulebaranê careke din dengê çekan hat. Piştre bêdengî çêbû. Bêdengiyê nêzî sê saetan berdewam kir. Me wê demê fêm kir ku birîndar tuneye. Ambulans li beramberî me bûn. Piştî dengên çekan ambulansê hereket nekir. Me jî fêm kir ku birîndar tuneye. Piştî dengên çekan 3-4 saetan ambulans hate cihê bûyerê.”

‘Dozger derveyî hiqûqê nêzîk bû’

Serokê Baroya Agiriyê Alî Artuk jî diyar kir ku piştî ku cenaze birine Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê wan jî xwestine tevli lêkolîna dozgeriyê bibin lê daxwaza wan hatiye redkirin û lêkolîna dozgeriyê derveyî hiqûqî bû.

Alî wiha axivî: “Ji bo silameta lêpirsînê me xwest di lêkolîna dozgeriyê de cih bigirin. Lê destur nedan me. Ez parêzerê malbata ku roja yekemîn bi ser de hate girtin im. Piştî ku malbatê serî li baroyê da em jî ji bo di otopsiya 3 kesên jiyana xwe ji dest dane de cih bigirin serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê da. Ji ber ku me bi malbata xwediyê malê re têkîliyekî hiqûqî danî. Di heman demê de peywira baroyan a ji bo silameta lêpirsinê û mafên mirovan heye. Di çarçoveya wan peywiran de ji bo ku di karên otopsiyê de cih bigirin serî li Dozgeriya Komarê ya Agiriyê da. Dozgeriyê daxwaza me red kir. Em ê li dijî dozgeriyê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.”

(ch)