Dayîkên Aştiyê: Em zarokên xwe ji Qesrê re nakin qurban
15:41
JINHA
STENBOL - Dayîkên Aştiyê bertek nîşanî komkujî û şerê bi destê AKP'ê pêk tê dan û wiha bang li AKP'ê kirin: "Heya ku derê biçe bila biçe em dê biçin û bi tu kesî şer nadin kirin. Em zarokên xwe ji Qesrê re nakin qurban."
Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê bi civîna çapemeniyê şerê, înfazên sivîl û komkujiya Zergelê ya ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve pêk tên şermezar kirin. Dayîka Aştiyê Ezîne Dal êrîşên balafirên şer ên TSK'ê û komkujiya ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve li gundê Zergelê yê Qendîlê pêk anîn şermezar kir.
'Em şer bi te nadin kirin'
Dayîka Aştiyê Bedîa Gokyuz jî diyar kir ku ew zarokên xwe ji serokomar Erdogan a serokatiyê re nakin qurban. Bedîa anî ziman ku di pêvajoya çareseriyê de tu tiliya kesekî jî bi xwîn nebû û piştî AKP'ê pêvajo bi dawî kir û şer da destpêkirin bi rojane li Kurdistanê komkujî pêk tên. Bedîa bertek nîşanî 13 cenazeyên li sînor bi biryara Lijneya Wezîran tên astengkirin da û wiha axivî: "Destûrê nadin cenaze jî bên. Em zarokên xwe ji tu kesî re nakin qurban. Em dê weke mertalên zindî biçin sînor. Em bang li dayîkên leşker û polîsan dikin. Heya ku derê biçe bila biçe me dê biçin û em şer bi tu kesî nadin kirin. Zarokên me ji bo kê dimirin?" Bedîa bertek nîşanî alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ên li dijî Wekîla HDP'ê Nursel Aydogan gotinên zayendî pêk anîn da û xwest ku Bûlent Arinç ji jinan lêborîn bixwaze.
'Şer li hemberî gelê Kurd e'
Endama KJA'yê Denîz Şîmşek daxuyanî xwend û got ku piştî AKP'ê di hilbijartina 7'ê Pûşberê de encama bi tenê bibe hikûmet negirt biryara şer girt û wiha got: "Tirs û daxwazên kesê li Qesrê welat ber bi şerekî navxweyî ve dibe. TSK bi rojane qadên PKK'ê bombebaran dike. Girtin û binçavkirin, lînç û înfaz didomin. Welat bi tevahî ber bi kaosekê ve diçe."
(ch)