Komkûjiya Zargelê li Silêmanî û Hewlêrê tê şermezar kirin

15:55

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Komkûjiya gundê Zargelê a Qendîlê, li Hewlêr û Silêmaniyê bi çalakiyên cûr be cûr tê şermezar kirin.

Îro li bajarê Hewlêr û Silêmaniyê komkûjiya gundê Zargelê, siyaseta AKP'ê, bê dengiya hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê tê şermezar kirin. Xwepêşandan bi însiyatîfa Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê saet 18.00’an li pêşiya Baxê Giştî yê Silêmaniyê destpê dike. Komîteya amadekar a çalakiyê daxwaz ji welatiyên Silêmaniyê kir ku beşdarî çalakiya şermezar kirine bibin.

Li bajarê Hewlêrê jî saet 17.30’an li pêşiya parlamentoya Herêma Kurdistanê çalakiyek tê lidarxistin. Xwepêşandêr wê heta êrîşên Tirkiyê werin rawestandin, dest bi grevê bikin û ji pêşiya parlamentoyê naçin.

(rc)