Dayîkên Şemiyê: Em welatê ku zarokên me nede jiyîn naxwazin
16:43
JINHA
STENBOL - Dayîkên Şemiyê bertek nîşanî hikûmeta AKP'ê ya konsepta şer xist dewre da û wiha gotin: "Em komkujî, înfaz, dîlgirtina miriyan, zext û şîdetê naxwazin." Dayîkan wiha bersiva Davutoglu dan: "Em careke din ji kesên dixwazin pê li miriyan bikin û siyasetê bikin dibêjin: em welatê ku zarokên me nedin jiyîn naxwazin."
Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê çalakiya xwe ya hefteya 540'an li Qada Galatasarayê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Serokwekîla Koma HDP'ê Perwîn Buldan, parlementerên HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu û Yurdusev Ozsokmenler, Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de aqubeta Abdurrahîm Demîr ê ku di sala 1995'an di binçavan de hat windakirin pirsîn. Di çalakiyê de Keça Rabîa Sagdiç a ku hefteya borî di encama qezaya tirafîkê de jiyana xwe ji dest da Nermîn Sagdiç Avşar axivî û diyar kir ku dayîka wê ji salên 1970'an li ber girtîgehan li benda zarokên xwe ma û wiha got: "Em gelek xemgîn in me wê winda kir."
'Çima zarokên me ji qesrê re dikin qurban'
Hevsera Fehîm Tosun Hanim Tosun jî bertek nîşanî şerê AKP'ê xist dewreyê da. Hanim diyar kir ku bi salane ji bo ciwan nemirin û cînayetên kiryar nediyar bên zelalkirin têkoşînê dikin û wiha got: "Mixabin du hefteyên dawî careke din ciwan dibin û em bi mirinan hişyar dibin. Dîsa her roj erdnîgeriya Kurdistanê tê bombebarankirin." Hanim anî ziman ku AKP û Serokomar ji bo desthilatdariya xwe welat ber bi agir ve dibin û wiha axivî: "Hîna jî mirovan dikin qurbanê qesrê. Ez bang li gelê Tirk dikim. Êdî bes e çima em zarokên xwe ji qesrê re dikin qurban."
Dayîka Nezîr Çakar Şekernaz Çakar jî Rabîa Sagdiç bi bîrxist û bertek nîşanî operasyonên hewayî yên li hemberî qadên gerîlayan da û wiha got: "Çima ev şer? Bila aştî bê û ciwanên me nemirin."
Parlementera HDP'ê Perwîn Buldan jî diyar kir ku Rabîa Sagdiç bêyî aştiyê bibîne jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Dema ew mir hêj jî li vî welatî xwîn diherikî. Mirov di operasyonan de tên qetilkirin. " Perwîn anî ziman ku şer dê bi têkoşîna dayîkan xilas bibe û wiha axivî: "Îro dîsa mirov dimirin û ciwan dikevin axê. Lê dê vî şerî dayîk xilas bikin. Îro li Sîlopiyê 13 cenaze tên sekinandin û dramekî mirovahiyê pêk tê. Em hişmendiya wan cenazeyan asteng dikin şermezar dikin. Malbat dixwazin cenazeyên xwe li ser axa xwe defin bikin. Lê hikûmeta vê welatî bi biryara lijneya wezîran destûrê nade cenaze bikevin welat."
'Hûn sûcê mirovahiyê dikin'
Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî ji Serokwezîr Davutoglu yê digot, "Em dê zarokên xwe fida bikin" û wiha got: "Hûn sûcê mirovahiyê dikin. Li vê cihanê û cihana din tu cihê hûn lê razên tûne ye.Teqez hûnê derbikevin pêşiya dadê."
Biraziya Abdurrahîm Demîr ê ku di 17'ê tebaxa 1995'an de li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê di binçavan de hat windakirin Berîtan Demîr jî wiha got: "Serokwezîr çawa ewqas rihet û bêwijdan dibe."
Nîmet Tanrikulu daxuyaniya hefteyî xwend û diyar kir ku 540 heftene li Galatasarayê tên cem hev çalakiyan li dar dixin û wiha got: "Em AKP'ê ya daxwaza gel a atşiyê tune dihesibîne, encamên hilbijartinê tune dihesibîne, weke hikûmetî demî ne weke bi tena serê xwe bûye hikûmet tevdigere, welat ber bi kaos û şer ve dibe şermezar dikin." Nîmet diyar kir ku di encama pêvajoyekî muzakereyê ya edîl tenê pirsgirêka kurd na hemû pirsgirêkên civakî dê bi rêbaza demokratîk hatiban çareserkirin lê hikûmetê dest bi pevçûn û mirinan kirin û wiha got: "Em careke din ji kesên pê li miriyan bikin û dixwazin siyasetê bikin dibêjin: em welatê zarokên me nedin jiyîn naxwazin. Em gotinên mirina zarokên me rewa dikin naxwazin. Em dojeha bi komkujî, înfaz, miriyan dil digire, zext û şîdetê pêk tîne naxwazin û qebûl nakin. Em ji aliyên şer dikin re daxwaz dikin; Divê dewlet demildest operasyonên siyasî û leşkerî bide rawestandin. PKK'ê agirbestê biparêze, dawî li çalakiyên çekdarî bîne û çalakiyên mîsîlemeyê neke. Divê pêvajoya çareserî û aştiyê bidome. Divê ji ber polîtîkayên şer êdî tu kes jiyana xwe ji dest nede."
Aqubeta Abdurrahîm Demîr hat pirsîn
Nîmet aqubeta Abdurrahîm Demîr ê ku di binçavan de hat windakirin jî pirsî û got ku Demîr di 17'ê tebaxa 1995'an de ji navçeya Mehsertê ya Mêrdînê ji bo biçe cem xizmên xwe yên li Edeneyê rê ket û li nokteya Şavalet a Qoserê hat binçavkirin û birin Qereqola Şavaletê, lê dema malbatê pirsî qereqolê got "me kesekî wisa negirtiye" dan." Nîmet diyar kir ku, ligel hemû legerînên malbatê tu encama bi dest nehatin xistin.
(rc)