'Ligel israra dewletê ya şer em aştiyê dixwazin'
10:29
Medya Cebe- Nişmiye Guler / JINHA
WAN - Di rojên dawî de operasyonên siyasî û leşkerî zêde dibin. Polîs bi ser malan de digirin. Girtin, binçavkirin û înfaz zêde bûye. Li bajarên Kurdistanê li serê her kuçe û kolanê polîs bi maşînê zirxî rawestiyane. Polîs û tîmên taybet bi çekên lûledirêj destê wan li ser tetîk e. Êdî li herêmê bêhna şer û OHAL'ê tê. Welatî diyar dikin ku bi fikarin ku dîsa li salên 1990'an vegerin. Welatiyên Wanê bertek nîşanî polîtîkayên dewletê dan û anîn ziman ku polîs û leşker şer û tundiya derûnî li ser wan çê dike. Lê her çend dewlet di şer û tundiyê de israr bikin jî ew dê di aştiyê de israr bikin.
Çend rojin balafirên şer ên TSK'ê Çiyayê Kurdistanê bombe dike. Li çiyayên Kurdistanê operasyonên leşkerî zêde bûne. Li bajar û gundan jî operasyonên siyasî zêde bûne. Di van operasyonan de welatî tên binçavkirin, girtin û înfazkirin. Ji ber biryara hikûmetê ya şer li bajarên Kurdistanê rewşa awarte ya OHAL heye. Li serê her kuçeyê polîs û maşîneyên sirxî rawestiyane. Polîs bi ser malan de digirin. Welatiyan binçav dikin, digirin û li orta kolanan qetil dikin. Balafir Çiyayên Kurdistanê bombe dikin û welatiyên sivîl qetil dikin. Daristan û ekolojiyê wêran dikin. Axa Kurdistanê talan dikin. Ketin û derketina gund û navçeyan nokteyên kontrolê hatine avakirin. Zozan û mêrg tên qedexekirin. Gorên welatiyan tên bombekirin. Li hemberî van pêkanîn û polîtîkayên dewlet û hikûmetê yên înkar û îmhayê jî nerazîbûnên welatiyan jî zêde dibin. Gelê Wanê, li dijî polîsên ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê dixwazin li Wanê OHAL'ê ava bikin bertekên xwe anîn ziman. Welatiya bi navê Gulşen Borak, anî ziman ku terora dewletê dixwaze aştiyê asteng bike û di şer de israr dike. Gulşen Borak, da zanîn ku ji ber terora polîsan nikarin li kolanan bimeşin û ev terora polîsan bi taybetî zarokan bêzar dike. Gulşen, destnîşan kir ku zêdebûna polîsan a li nava bajar amadekarî û israra şer e û wiha got: "Ew çiqas israr bikin jî em dê di aştiyê de israr bikin. Em şer naxwazin. Di şer de herî zêde gel dê zerarê bibîne. Em kuştinê naxwazin. Em aştiyê dixwazin."
'Bila ew bitirsin'
Weletiyê bi navê Bariş Çiftçî jî bal kişand ser şerê derûnî yê AKP'ê wiha got: "Hikûmeta AKP'ê şerekî derûnî daye destpêkirin. Lê ew dê bi ser nekeve. Em niha bi fikar in. Gel bêzar bûye. Li hemû kolan û kuçeyan polîs hene. Hikûmeta AKP'ê çawa heta niha bi ser neket, dê ji niha û şûnde jî bi ser nekeve."
'Em dibêjn werin qadê'
Bariş, destnîşan kir ku ew li dijî şerê ku AKP'ê daye destpêkirin serî danînin û destûr nadin polîtîk û lîstikên qirêj yên AKP'ê. Bariş, daxuyand ku ew ji şer natirsin û heta niha gelek kesên wekî Tansu Çiller, Kenan Evren û Suleyman Demirel dîtin. Bariş, anî ziman ku ew dibêjin werin qadê û ew ji aştiyê re jî û ji şer re jî amade ne. Bariş, destnîşan kir ku jin û zarok dê destûr nedin şer.
(mae/rc)