Jinên mexdûrên şer, li Kurdistanê şer naxwazin
10:30
Fîlîz Zeyrek /JINHA
EDENE - Kurdistaniyên di salên 1990'an de ji ber şerê dewletê warê xwe terk kirin û koçî metrepolan bûn, li dijî polîtîkayên AKP'ê yên şer nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew destûr nadin li Kurdistanê şer pêş bikeve. Welatiyan anîn ziman ku ew dê qet destûr nedin ku zarokên wan bibin qurbana şer.
Piştî hikûmeta AKP'ê biryara şer da, balafirên şer çiyayên Kurdistanê bombe kirin. Polîsan welatî li kolan û malan qetil kirin. Li kolanan ciwan rastî komkujiyê hatin. Operasyonên siyasî û leşkerî zêde bûn. Ji ber polîtîkayên AKP'ê, li Kurdistanê şer gûr dibe û Tirkiye dikeve nava şer. Li dijî van polîtîkayên AKP'ê şên şer, Kurdistaniyan bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew dê destûr nedin ku li Kurdistanê şer pêş bikeve. Pîra 75 salî Cemîle Adanûr a di salên 90'an de ji ber şerê dewletê ji navçeya Kercewsa Mêrdînê koçî taxa Kuçuk Dikilî ya Seyhana Edeneyê kir, bertek nîşanî şerê AKP'ê da. Cemile Adanur, anî ziman ku ew dê destûr nedin ku salên 1990'an dîsa dubare bibe.
'Sewal li pêş çavê me qetil kirin'
Cemîle ku li gel malbata xwe koçî Kuçukdîkîlî kir, niha ji bo debarê 4 bizinan li nava zeviyan xwedî dike. Bizin ji bo Cemîle çavkaniya debarê ye û sebra xwe bi wan tîne. Cemîle anî ziman ku di salên 90'an de leşkerên dewletê li ber çavê wê sewalên wan qetil kirin û şewitandin. Cemîle, da zanîn ku 25 salin koçber bûne û hatine li Edeneyê bi cih bûne û wiha got: "Dema em li gund û warê xwe bûn, em pir aram û kêfxweş bûn. Her tişt li gorî dilê me bû. Wê demê Serokdewlet Çiler bû. Di serdema Çîler de li ser gund û warê me bombe barandin. Zarokên me û sewalên me qetil kirin. Gomê me tev şewitandin. Li pêş çavê me sewalên me şewitandin. Li hola gund îşkence li me kirin. Hemû zexîre, genim û cehê me şewitandin. Dahl û rezê me tev şewitandin."
'Erdogan tola têkçûna 7'ê hezîranê ji me hiltîne'
Cemile, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê û Serokomar Erdogan dixwaze dîsa salên 1990'an dubare bi serê wan de bîne û wiha berdewam kir: "Wê demê Çiller hebû, niha Erdogan heye. Herdu wekî hev in. Dixwazin dîsa dilê dayikan bişewitînin. Erdogan dixwaze tola têkçûna 7'ê hezîranê ji me hilde. 3 salin divê çareserî pêkbanîba, lê DAIŞ belav kir. Çi çareserî çi hal."
'Dayik naxwazin leşker, polîs û gerîla bên kuştin'
Cemîle polîtîkayên AKP'ê yên xapandinê jî rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em êdî baş ji derewên AKP'ê têr bûne. Gundê me tev hatin şewitandin. Gotin zagona vegera gundan derxistine. Gotin vegerin gundê xwe. Em vegeriyan gundê xwe niha dîsa bombe bi ser serê me de dibarînin. Em dê çawa bawer bikin û vegerin. Ez wekî dayikekê naxwazin gerîlla, leşker û polîs bên kuştin. Em naxwazin tu dayîk hêsiran bibarînin."
'Bila tu dayik zarokên xwe nekin qurban'
Cemile bang li hemû dayîkan kir û xwest hemû dayik li dijî vî şerî dengê xwe bilind bikin û destûr nedin zarokên wan bibin qurbana şer.
Cemîle, da zanîn ku niha debara xwe bi xwedîkirina 4 mizinan dike û wiha dawî li axaftina xwe anî. "Dema ez li gund bûm pir aram û kêfxweş bûm. Lê niha di nava şert û mercên pir dijwar de neçarim têkoşîna jiyanê bidim. Dîsa em ji her tiştî razîne ku şer pêş nekeve. Ger ku em îro li gundê xwe û warê xwe azad bûna. Me dê azad pezê xwe çêrandibûya û debara xwe bikiraya. Xwezî em li gundê xwe bûna. Em pir bêriya gund dikin. Lê ji ber şer em nikarin vegerin. Ji ber vê yekê ez bang li hemû dayikan dikin ku destûr nedin şer û rê li pêşiya şer bigirin."
(mae/rc)