DBP: Li hember terora dewletê emê pêvajoya hiqûkî bidin despêkirin
11:56
Bêrîtan Canozer-Hêlîn Yildirim / JINHA
AMED - Hevseroka DBP'ê ya bajarê Amedê Hafîze Îpek da zanîn ku piştî balafirên şer yên Tirkiyê li gundê Zergelê qetilam pêkanîn, ne rihetî bi gelê herêmê re tê jiyan kirin û got: "Em bi terora dewletê re carek din rû bi rûne. Ji aliyek ve Qendîl tê bombe kirin, ji aliyê din ve jî binçavkirin û înfaz pêk tên. Emê li hember van kiryaran pêvajoya hiqûkî bidin despêkirin."
Duh saet 04.00'an de balafirên şer ya Tirkiyê ji balafirgehê Amedê rabûn û gundên Qendîlê bombe baran kirin. Di encamê de 8 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî bi giranî birîndar bûn. Hevseroka DBP'ê ya bajarê Amedê Hafîze Îpek diyar kir, ji roja ku êrîşên hewayî pêktê, ne rihetiyek mezin di nava gelde pêk hatiye. Hafîze destnîşan kir ku ewê derbarê binçavkirin û înfazên ku pêk tên de lêpirsîn bidin despêkirin û destûrê nedin polîtîkayên qirêj yên AKP'ê ku rêve biçe.
'AKP'ê şerê psîkolojiyê dide meşandin'
Hafîze destnîşan kir ku AKP'ê di pêvajoya dawî de polîtîkayên xwe ya şer xistiye dewrê û got: "AKP'ê bi êrîşa bombeyî ya li hember mitînga Amedê û Pîrsûsê şer daye despêkirin. Çiya tên bombe kirin, hewildidin alozî derbixin, terorê pêk tînin, herkes tên binçavkirin. Li hember van êrîşan hemûyan AKP'ê şerê psîkolojiyê dide meşandin. Sedema vê yekê serkeftina hilbijartinê ya 7'ê Hezîranê ye. AKP'ê di hilbijartinê de wenda kir û bi serê xwe nikare bibe îqtîdar ji ber vê yekê xwînê dirjîne. Erdogan welat dike qurbanê hêrsa xwe ya îqtîdarê. Ciwan û zarok tên kuştin, her roj em cenaze dibînin. Bila xwe nexwepîne ku bi kuştina Kurdan dikare bibe desthiladar."
'Li hember şer azadiya Abdullah Ocalan şerte'
Hafîze diyar kir ku ferq di navbera Agirî û Qendîlê de tune ye û balê kişand ser înfaza ku polîs li Agirî pêk anîne û wiha got: "Ferq di navbera buyera Agirî û bombekirina Qendîl de tune ye. Hiqûqê şer jî heye. Bi înfazên bêy darizandin dixwezin şerê qirêj ya ku di salên 1990'an de cardin bikin dewrê. Bi heman rêbazê tevdigerin û li bendê encamek cûda ne. Ev yek jî hişmendiyê pergalê dide nîşan kirin ku rast tevnagere."
'Dixwezin pêvajoya 12'ê Îlonê bidin jiyan kirin'
Hafîze anî ziman ku di çerçoveyên erînî dikarin li hev bikin û kuştina gelên sivîl wek bê ehlaqî nirxand. Hafîze bi lêvkir ku polîtîkayên ku tên kirin amedekariya şerek qirêje û wiha pêde çû: "Li bajêr wesayîtên bê pleqe digerin û tehdîdên binçavkirinê li gel dikin. Dewlet bi hişmendiya xwe ya 12'ê Îlonê tev digere, lê ev erdîngerî ne erdîngeriya berê ye. Li beramberî wî gelê Kurd a cuda heye. Em bendê bertekê gelê xwe ne ku li dijî bê hiqûkî û şer derbikeve ne." Hafîze her wiha destnîşan kir ku ewê lêpirsîn di derbarê buyera Agirî a ku sê ciwan ji aliyê polîsan ve hatî înfaz kirinde bidin despêkirin. Hafîze got: "Emê hemû riyê hiqûqî bişopînin. Înfazên bêy darizandî polîtîkaya herî qirêje. Bi fermana rêvebirên şerê taybet ya gladyoya dewletê dikarin generalê xwe jî bikujin. Li dijî êrîşên polîtîkayên qirêj berxwedan û bertekê gel dikeve dewrê."
(rc)