Jinên Rojava: Erdogan sivîlan hedef digre
14:17
Dîdem Elî/JINHA
SERÊKANIYÊ - Piştî balafirên şer ên artêşa Tirk gundê Zergelî yê Qendîl'ê bombebaran kirin, jinên bajarê Serêkaniyê diyar kirin ku ew bi tundî kumkojiya gundê zergelê şermezar û nelet dikin.
Jinên bajarê Serêkaniy êrîşên hewayî a dewleta Tirkiyê ya li hember gundê Zergelî a Qendîl nêrînê xwe anîn ziman û êrîş şermezar kirin. Jina bi navê Fenan mehmûd diyar kir ku, Erdogan tu cara nikare hêza Kurda bişkîne û got: "Em jinên Serêkaniyê komkojiya ku li gundê Zergelî pêk hatî bi tundî şermezar dikin û nelet dikin. Erdogan çiqas komkojiyan pêk bîne, nikare irada gelê Kurd bişkîne û em dibêjin tu carî Kurd nayên tune kirin. Ji ber ku gelê Kurd li ser şopê heqîqetê doza xwe dide meşandin û berxwedana gel wê neyê rewastandin."
Jina bi navê Nesrîn Selah jî destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê di êrîşê xwede gelê sivîl kiriye hedef û wiha domkir: "Erdogan bi aweyek hovene li dijî mirov û xwezayê êrîş pêk tîne. Di vê pêvajoyê de herî zêde sivîlan hedef nîşan dide û êrîşên hovene pêk tîne. Em wek gelê Kurd bi hêza xwe bawerin û êrîşê dewleta Tirkiyê şermezar dikin."
Zergê Ebas jî diyar kir ku heya dilopek xwîn di canê Kurdan de hebe ewê li hember pergala faşîst li ber xwe bidin û got: "Di serî de em bejnê xwe li hember şehîdên Qendîlê yên sivîl ditewînin. Erdogan li hember serkeftina gelê Kurd û YPG/YPJ'ê negirt û êrîşên hovane li dijî gelê sivî pêk tîne. Bila Erdogan vê yekê baş bizanibe ku serkeftin ya gelê Kurde tu êrîş nikare pêşiya azadiya me bibe asteng."
Hemîde Silêman da zanîn ku hewildana hikûmeta AKP'ê ewe ku gelê Kurd tune bike û wiha pêde çû: "Hemû gelê ku li gundê Zergelî hatine qetilkirin şehîdên mene. Em êrîşên hovane ya dewleta Tirkiyê û hikûmeta AKP'ê bi tundî şermezar dikin. Ev gel bi îrade û bedelên giran gihêşt vê rojê. Ji ber vê yekê tu hêz nikare êdî gelê Kurd ji ne dîtî ve bê û tune bike."
Her wiha di dawî de Epta Hesen jî got: "Em êrîşên Erdogan a li hember gelê kurd bi tundî şermezar dikin. Erdogan ji bo tunekirina Kurdan çeteyên DAIŞ'ê xist dewrê û piştgirî da, lê di encam de têk çû. Cardin din dikeve hewildana êrîşê lê wê encam negere. Ji ber ku Kurd heya dilopa xwîna xwe ya dawî dê li ber xwe bidin û xwe biparêzin."
(rb/rc)