Gel û malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê dest bi nobetê kir
14:22
JINHA
ŞIRNEX - Sekna gel û malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê ya li Silopî didome. Gelê Botanê û malbatê şehîdan li bajaroka Tilqebîn dest bi nobetê kir û heya cenaze werin dayîn dê nobet berdewam bike.
Li bajaroka Tilqebîn ya navçeya Silopî a Şirnexê sekna malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê yên di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dayîn ku ev 8 roj in dewleta tirk destûrê nade cenazeyên xwe derbasî bakûrê Kurdistanê bikin didome. Îro jî Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknaz Uca malbatên li vir zîyaret kir. Piştî ziyaretê bi tevilbûna parlementer Feleknaz Uca, Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu û Aycan İrmez, malbatên 13 şervanên HPG, YPG Û YPJ'ê hevşaredarên herêmê, hevserok û rêveberên HDP/DBP yê herêma Şirnex, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û gelek welatiyan daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Feleknaz diyar kir ku ev 8 roj e ji bo ku malbat û gel cenazeyên şehîdên xwe wergirin li ber xwe didin û wiha axivî; "Ji bo me tiştê herî girîng û bi rûmet şehîdên me ne, serokwezîr û serokomarê Tirkiye dixwazin bi şehîdên me, gelê kurd bixînin. Baweriya kesan çi dibe bila bibe dema jiyana xwe ji dest da mecbur in wan kesan li gor baweriya wan veşêrin."
'Destûr nedayîna cenazeyan piştgiriya bi çeteyên DAIŞ'ê re dide nîşandan'
Feleknaz got ku şehîdên wan li hember çeteyên DAIŞ'ê yên hov jiyana xwe ji dest dane û axaftina xwe wiha domand; "Ne derbaskirina van cenazeyan piştgiriya bi çeteyên DAIŞ'ê re derdixe holê. Ev nêzîkbûn dide diyarkirin ku piştgriya dewleta Tirk ya bi çeteyên DAIŞ'ê re hê berdewam dike."
Feleknaz herî dawî bi lêv kir ku divê dewleta tirk dev ji vê helwesta xwe ber de û axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Diviya dewleta Tirk bi awayekî kêf xweş cenazeyên şehîdên me pêşwazî kiriban. Ji ber ku şehîdên me li hember çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dane û şehîd ketine. Heya ku em cenazeyên xwe wernegirin dê berxwedana me ya li vir bibome."
'Malbatên şehîdan û gel dest bi nobetê kir'
Ji aliyê din ve Hevserokê DBP'ê yê Şirnex Salih Gulenç jî got ku wan ji îro û pêde dest bi nobeta berxwedanê kiriye û wiha axivî; "Ji îro pêde her roj gelê me dê were bajaroka Tilqebîn û nobetê bigire. Çawa ku li ser sînorê Rojava gel li ber xwe da gelê Botanê jî dê li vir ber xwe bide û xwedî li şehîdên xwe derkeve. Heya ku me cenazeyên xwe wergirtin dê berxwedana me ya li vir berdewam bike."
(kom/rc)