Dayîkên Aştiyê komkujiya Zergelê şermezar kirin

15:25

JINHA

WAN - Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Wanê komkujiya Zergelê ya ji aliyê balafirên TSK'ê ve pêk hatî şermezar kirin û wiha gotin: "Divê demildest çek bêdeng bibin. Heke dixwazin gelek şer bikin bila ew bi xwe biçin û zarokên xwe rêbikin. Dê wê demê bizanin êşa zarok çiye."

Meclîsa Dayîkên Aştiyê bi civîna çapemeniyê komkujiya gundê Zergelê ya Qendîlê a 8 welatî ji aliyê balafirên şer ên TSK'ê ve hatin qetilkirin şermezar kirin. Dayîkan li avahiya DBP'ê ya Wanê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê dayîkan Garîp Erînce axivî û diyar kir ku divê pêvajoya çerseriya demokratîk bidome. Garîp anî ziman ku divê demildest Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe. Garîp da zanîn ku ji bo Erdogan bibe serok sivîlan qetil dike û wiha got: "Divê demildest şer rawestê. Yên li Zergelê hatin qetilkirin hemû sivîl bûn. Em şer naxwazin. Divê demildest çek bên bêdengkirin. Heke yên dixwazin şer bikin hebin bila zarokên xwe bibin. Dê wê demê bizanin êrîşa ewlat çiye."

Piştî daxuyaniyê bang li hemû kesî kirin ku tevlî çalakiya seat di 16.00'an de ji bo şermezarkirina komkujiya Zergelê pêk bînin.

(rc)