Ji 646 Saziyên Civaka Sivîl banga ‘aştiyê’
15:28
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - 646 Saziyên Civaka Sivîl, rêxistin û partiyên siyasî bal kişand ku AKP û Erdogan di şaşiyê de israr dikin û xwestin operasyonên siyasî-leşkerî bên rawestin û tecrîd bê bidawîkirin.
646 Saziyên Civaka Sivîl, rêxistin û partiyên siyasî têkildarî “pêvajoya çareseriyê” ya ji aliyê AKP’ê ve hat bidawîkirin deklarasyoneke hevpar weşandin.
Di deklarasyona hevpar de wiha hat gotin: “Em wek partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk, li Tirkiye û Kurdistanê şerê ev sê mehên dawî didome, lê encamên pêşketinên bi 24’ê Tîrmehê re destpêkirina şer a aşkera re tirs û taswasên xwe, em dixwazin bi raya giştî re par ve bikin. Li hember pêşketinên di vê dawiyê de hatine jiyîn, ji bo daxwazên demokratîk û azad ên gelan û civaka Tirkiyeyê derbasî jiyanê bibe bi hişmendiya berpirsiyariya li hemberî dîroka me ya hevpar, gele xwe û mirovahiyê em helwestê li dijberî şer digirin.”
Di deklarasyonê de hat gotin ku bi nameya Birêz Abdullah Ocalan a di Newroza 2013’an de hat xwendin re bawerî û hêviyeke ku li tevahiya civakên Tirkiyeyê aştî, biratî û demokrasiya rastîn pêş bikeve çêbû û wiha dewam kir: “Hevpeyvîn, hevdîtin û daxuyaniyên ku dawiyê pêş ketin jî ev bendewarî hêzdartir kir. Di tevahiya lêkolînên di nava raya giştî de hatine kirin de jî hatiye dîtin ku pêvajoya çareseriya demokratîk piştgiriyeke mezin ji civakê dibîne. Dîsa di vê pêvajoyê de ji aboriyê heta jiyana civakî û siyasî li tevahiya qadên jiyanê bêhnstendinek mezin hatiye jiyîn. Di serî de jî mirinên mirovan bidawî bûn.
Vê pêvajoyê di serî de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên demokratîk ên civakên Tirkiyeyê tên jiyandin, firsendeke mezin afirand. Tevahiya beşên civakî yên ku piştgirî dan çareserkirinê, bêguman, ji bo berdewamkirina rewşa şerrawestinê, bingeheke hêzdar bû. Encax pêknehatina guherînên zagonî û makezagonî ku ji bo çareserkirina rasteqîn pêwîstiyek bû û polîtîkayên demdirêjkirinê di navbera aliyan de têkiliya baweriya pêvajoyê, di rewşeke zor de hiştiye. Piştî wê tevahiya civaka Tirkiyeyê bi pêvajoyeke dijber demokrasiyê re li hemberî hev hiştiye.”
‘Mutabakata Dolmabahçe gavek dîrokî bû'
Di daxuyaniyê de hat gotin ku metna mutabakata ku ji aliyê heyeta Îmralî û hikûmetê ve li Dolmabahçeyê ji raya giştî re hat aşkerakirin ji bo destpêkirina gengeşî çareseriya demokratîk bigihêje encamê, gaveke dîrokî bû û wiha dewam kir: “Encax daxuyaniya birêz serokkomar a ku gotibû mutabakata Dolmabahçeyê nas nakim û tecrîta li ser Birêz Ocalan tê meşandin bineavahiya bidawîkirina pêvajoya çareseriyê ya bi fermî û çalêkî bû. Divê ku encamên hilbijartina 7’ê Pûşperê yên ku di nav vê atmosfera nexweş de pêk hat herkes baş bixwîne û baş binirxîne."
Mafê me ye ku em bixwazin her kes rêzdariyê nîşanî vîna gelên me di hilbijartina 7’ê Hezîranê de di sindoqê de derxist holê bide. Nemaze mafê me ye ku em bixwazin Serokkomar û AKP ku 13 sal in tevahiya bertekên demokratik û muhalefetê bi nîşandana sindoqan tepisandin mafê me ye ku em bixwazin bi rêzdarî nêzî encamên hilbijartinê bibin. Em hîn nû ji hilbijartinekê derketine nîqaşên hilbijartineke zû û rojeva bi vî awayî em bawer dikin ku wê ji bo siberoja me û îstîkrara welatê me pirsgirêkên nû derxe holê. Em dixwazin fikarên xwe yên bi operasyonên leşkerî û siyasî ku tên kirin bi armanca afirandina bingeha hilbijartineke zû tên kirin, li vê derê aşkera bikin.”
‘Sedema nexweşiya atmosfera siyasî polîtîkaya hikûmetê bû'
Di deklarasyonê de hat gotin ku sedema yekemîn a vê atmosfera siyasî ya nexweş em bawer dikin ku ji ber polîtîkaya hikûmet û dewletê ya Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ye û wiha dewam kir: “Em bawer dikin ku sedema yekemîn a ku pêvajoya aştî û çareseriyê xetimandiye polîtîkaya li hemberî Sûrî û bi taybetî jî ya Rojava ye. Ev polîtîka li Tirkiyeyê çareserkirina Pirsgirêkên Kurd jî xiste nava zor û zehmetiyê. Gele me yê li Rojavayê têkoşîna mafdar û rewa ya li hember DAIŞê dimeşîne, ji aliye hikûmet û dewleta Tirkiyê ve jî xwedî lêderketin û piştgirî dayin pêwisteka hiqûqê me yê biratî û mengiya me ya bihevre jiyînê ye. Tiştê ku wê bi Tirkiyeyê û tevahiya gelên me bide qezençkirin polîtîka û aqlê dewletê yê ku tevahiya kurdan bira û wek hogirekî stratejik bibîne rê bide ber pêvajoyê bû. Li Kobanê berxwedana ku li hember DAIŞê piştgiriya di navneteweyî de bidestxist diviya ku ji bo ji vê şaşiya xwe xelas bibe fersendek bû, lê mixabin di xetayê ısrarkirin pêk hat.
Li hember êrîşên bombeyi yên çeteyên DAIŞ'ê ku li Edene û Mêrsînê pêk anî tu refleks pêşnexistin û tu tedbîrên ewlehiyê negirtin, di encama polîtikayên ku DAIŞ û YPGê wekhev dibine de komkujiyên hovanê yên ku li Amedê, Kobanê û Pirsûsê pêk hatin. DAIŞ'ê jî van qelsiyan bikaranî û li gor vê tevgeriya.
Û êdî fikarên me yên ku me ji serî de dianîn ziman wek rastiyekê derket pêşberî me. Çeteya DAIŞa tecavizker û hovane ya ku li sere rojhilata navîn û tevayî mirovahiyê bûye bela ji bo tevahiya Tirkiyeyê û Kurdistanê êdî bûye gefeke vekirî.
Ligel tevahiya van rastiyan, polîtîkayên hikumet û dewletê hîn jî di şaşitiya xwe de bi israr e. Tirsa me ew e ku ev rastî welatê me û gelen me dîsa vegerîne pêvaja salên 90 ku mirov dicelifîne.
Bi operasyonên li hember çeteyên DAIŞ'ê pêk anî re di heman demê de hedefa eslî ya operasyonê, li hember hêzên PKK'ê li tevahiya erdnîgariya Kurdistanê operasyonên hewayî û bejayî bû. Şewitandina daristanan, dîsa operasyonên siyasî ya li hember siyasetmedarên Kurd û hêzên demokratik bingeha van tirs û fikarên me ne. Di encamê de aşkera ye ku van operasyonan DAIŞ’ê hêzdar dike, bi êrîş û komkujiyan de jî wê hîn bêhtir wêrek bike. Hem jî ev tev di demeke ku hîn nû hilbijartin pêk hatine de, xebatên avakirina hikûmeteke nû de, biryarên ku wê çarenûsa gelên me û welatê me diyar bike, bi taybetî jî ji aliyê hikûmeta demborî ya ku divê ji biryarên şer dûr bisekine ve welatê me ji nû ve derbasî navgîneke şer tê kirin; ev yek nikare bê pejirandin.
Li ser vî esasî, di operasyona hewayî ya li Qendîlê de hedefgirtina xelkên sivîl û kuştina 10 mirovên me, em bi tundî şermezar dikin.
Tê zanîn ku fêdeya şer li tu kesî nabe, piştî êş û berdêlên mezin em ê dîsa vegerin xala serî, ev yek ji ezmûnên me yên borî ve tê fêmkirin. Ji ber vê yekê jî em tev dizanin ku tu şansekî me yê din ê ji bilî ku em tevahiya pirsgirêkên xwe bi gengeşiyê çareser bikin pêvtir tûne ye.
Ji bo ku rêya çareseriyeke aştiyane vebe, em ji dewleta Tirk û PKK re bang dikin ku, demildest, şer û pevçûnê bidin sekinandin û agirbestek xurtkirî îlan bikin!
Ji ber vê sedemê ji nûve li pêvajoya Dolmabahçeyê vegerîn, hevdîtinên bi Birêz Ocalan re bi gengeşiyê ji nûve dayina destpêkirin û ji bo welatê xwe ji gola xwînê û ji her alî ve ji navgînên kaosê ku berbi nediyarî û kendalan ve bike xilas bike em tevahiya aliyan bangî aqlê selîm dikin.
‘Em bang yekîtî û hevkariyê dikin'
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Ji bo pêvajoya çareseriyeke rasteqîn a demokratîk û aştiyane destpêbike, tevahiya kom û avahiyên siyasî yên li erdnîgariya Kurdistanê ne bangî yekîtî û hevkariyê dikin. Ti pêwîstek êrîşên tên kirin û piştgiriya şer nikare mafdar nîşan bide.
Bi berxwedana Kobanê re li welatê me û li tevahiya Rojhilata Navîn rewşa nû ya siyasî ku derketiye holê, ji bo meseleya Kurd ji bilî çareseriyeke demokratik tu rê nehiştiye.
Bi vî awayî di serî de bangî raya giştî ya demokratik a Tirkiyeyê, saziyên wê, partiyên wê yên siyasî, rewşenbîr, çapemeniya azad dikin ku li hemberî şerekî nû helwesta xwe deynin. Di bingeha wekhevî, hevgirtî û aşitî de ji bo jiyaneke birayetî ava bibe, însiyatîf girtina gelê Tirkiyeyê helwesteke ji her demî zêdetir girîng e. Serpiya rabûna ji bo çareseriyeke aşitî û demokratîk, ji bo mirovên ku li Kurdistanê û li Turkiyeyê dijî peywireke hevpar e.
Me di komkujiyên DAIŞa hovane de jî dît ku, pirsgirêka kurd êdî ne pirsgirêka gelekî ye, bûye pirsgirêka mirovatî, sinc û wijdanê. Ji bo em bangî tevahiya mirovatiyê dikin ku li hember şerê li ser gelê kurd hatiye destpêkirin ku wê encama wê hilweşînên mezin bi xwe re bîne bisekinin û bi gelê me re di nav hevkariyekê de bin.”
(rc)