Yekîtiya Star: Pêwîste asta têkoşînê bê bilindkirin

16:43

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Kordînasyona Yekîtiya Star bi boneya salvegera yekem a komkujiya Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.Yekîtiya Star qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn û bang li gelê kurd û di serî de jin û ciwanan hate kirin ku asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Daxuyaniya Kordînasyona Yekîtiya Star wihaye: ¨Di yekemîn sal vegera komkujiya Şengal de a ku li ser gelê me yê Êzîdî hate meşandin bi cênosaydek bi pîlan gerî hate kirin. Em di serîde hêzên komploger ji çeteyên DAIŞ’ê û hemû hevkarên wan şermezar dikin."

Di sedsala 21’an de di dema pêş ketinê teknolocî de li pêşiya çavên tevahî cîhanê cînosaydel bi vî awayî li ser gel tê meşandin jin, zarok, pîr û kal bi awayekî hovane hatin kuştin û ser jêkirin. Ev yek têra wan nekir lê belê jin li sukan hatin firotin û hîna aqûbeta hezaran jina heta niha ne diyare di destê DAIŞ’ê de ne. Ev komkujî bû noqteyeke reş li ser rûpelên dîroka mirovahiyê tê dayîn bi vê yekê xwestin koka gelê kurd ji holê rakin. Bi vê pîlan geriya qirêj nirxê mirovahiyê ku çandeke kevnar ji ber mahiyê gelên herêma Mezopotamiya û hemû nirxên dîrokî û xwezayî xirabikin di bin navê îslamê de kuştin talan kirin tecawiz li ser jinan û hemû gelê herêmê hate kirin li ser vê bingehê em wekî Yekitiya Star van êrîşan li ser hemû jinan dibînin û em bang li civaka nav netewî, saziyên mafê mirovan dikin ku bigehê vê cînosaydê bibînin û binixînin û li beram berî dîroka mirovahiyê û çanda gelan ber pirsyariya xwe bide nîşan dan û hesabê wê bipirse û vê yekê bibîne ku hîna qirkirin komkujî li ser gelên herêmê û bi taybet li ser gelê kurd berdewam dike.

Êrîşên asmanî ku îro ji aliyê hikûmete AKP’ê ku hev kariya xwe bi DAÎŞ’ê re eşkereya li ser gelê sivîl li herêmê parastina medya û Qendîlê bi bombe baran ê têne meşandin û bidehan jin û zarok têne kuştin xweza tê xira kirin gund têne şewetandin ev berdewamiya vê cînosaydê ye. Banga me ji hemû hêz û desgeh û keseyetên aşîtî xwaze ku bi rola xwe ya dîrokî rabin û ji bo gelê me bi taybet jin û ciwan ku asta têkoşînê bilind bikin û pîlanê qirêj yê dijminatiya mirovahiyê vala derxin. Dîsa di yekemîn sal vegera qirkirin Şengalê em hemû şehîd bi bîr tînin û bersiva hemû fermanên li ser gelê me yên Êzîdî soza bilin kirina têkoşînê didin."

(rc)