Li Erdîşê avahiyên vala bûne cihê tiryakê
12:30
Vîldan ATMACA / JINHA
WAN - Piştî erdheja 2011'an ya li Erdîşa Wanê gelek avahiyên dewletê xisirîn û hatin terikandin, ji ber vê yekê jî ev der bûne cihê tiryakgeran. Avahiya li taxa Kişlayê Lojmanê Mamosteyan ya Erdîşê ji ber ku vala maye ji bo ciwanên tên Mala Mamosteyan û ciwanên li Yurda Jinên Lîsê yê Lokman Hekîm ya Fen û Pîşeyî de dimînin xetereye.
Di salên dawiyê de li Erdîşê bi karanîna hişbir zêde bûye. Ji ber vê yekê jî avahiya Lojmanên Mamesteyan a ku ji navenda bajar 500 metre dure bûye cihe tiryakan û tacirên hişbirê. Ev der ji ber ku nêzîkî Yurda Jinên Lîsê yê Loqman Heqîm ya Fen û Pîşeyî, Navenda Perwerdehiya Gel û gelek navendane ji bo ciwanan xetereya hînbûna hişbirê çêdike.
Piştî erdheja Erdîşê Lojmanê Mamosteyan vala maye û dema mirov ji derve lê dinêre weke xeraba tê xuyakirin. Dema mirov dikeva hundirê avahiyê li erda wê kalikên Bally, kaxizên fulyo, kutuyên ampulan û îzmarîtê esrarê dibîne. Dibistanên nêzî vê derê weke Dibistana Ataturk xwendevanên wê hişbirên mîna bonzaî, esrar, metamfetamîn bi rehetî peyda dikin.
Rayeder tu helwest û tedbîr nagrin
Jinên ku li Yurda Jinên Lîsê yê Loqman Heqîm ya Fen û Pîşeyî yê dixunîn di binê xeteriya tiryakî de ne. Jiyana ciwanan ji ber lojmana vala ku bû ye navenda tiryakan di bin xeteriya tacirên hişbiran deye. Tê zanîn ku ev der ciheke tiryakarene jî lê ji aliyê rayedaran tu helwest naye girtin.
Li Erdîşê her ku diçe taciriya hişbirê zêde dibe û ev yek jî tê zanîn. Lê mixabin ji bo pêşî lê bê girtin tu kes tiştek nake. Temenê ku kesên hişbirê bikartîn di navbera 8-11 salî de ye. Bi taybetî jî lojmanê vala bi şev dibe cihê tiryakan.
(fk/rc)