KJA: Bi çareseriya demokratîk û aştiyê em bigêjin hev, şer rawestînin
12:43
JINHA
AMED - Kongreya Jina Azad (KJA) ji bo geşadanên Kurdistan û Tirkiyê daxuyaniyek da çapemenî û raya giştî. Li ser navê KJA Ayşe Gokhan daxuyanî xwend û ev tişt got: "Hîna ku dereng nebûye werin em li dora 'Çareseriya demokratîk û aştî mumkune' bibin xelek, em ê wê demê bikaribin serkeftî bibin. Em wekî KJA'yê bang li tevahî jinan dikin ku, bi deklarasyona çareseriya demokratîk û aştiyê em bigêjin hev, şer rawestînin.
Kongreya Jina Azad (KJA) ji bo geşadanên Kurdistan û Tirkiyê daxuyani di avahiya xwe de da. Daxuyanî bi tevlibûna Namzetên HDP'ê yên Amedê Nursel Aydogan, Çaglar Demîrel, Hevseroka DBP'ê Hafize Îpek, Seroka Komeleya Jina Azad Ayla Akat Ata û gelek endamên KJA'yê pêk hat. Li ser navê jina daxuyanî Ayşe Gokhan xwend û got: " Bi deh salan aştî gavek dûrî me bû, ji bo ku em ne gihêştine aştiyê di pêvajoyê de şopên êşê hatin çêkirin. Lê dîsa jî di Newroza 2013'an de bi keda Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dekrasyona çareseriya demokratîk û aştî nefeseke kûr da civakê û hêviya çareseriyê ava kir. Bi hevdîtinê Îmraliyê pêvajo hat merheleke pir girîng. Deklarasyona Dolmabaxçe jî zelali ya pêvajoyê ku di civakê de hat xuyakirin. Di hilbijartinê de jî gelên ku ji aştiyê re amede bûn bi bombebarankirin, operasyonên siyasî û leşkerî, talanê xwazayê, bi dehan ciwan, sivîl û zarok jî tê da dîsa wandahî, di civakê de fikarên mezin çêkirin. Hîn ku dereng nebûye werin em li dora 'Çareseriya demokratîk û aştî mumkune' bibin xelek, em ê wê demê bikaribin serkeftî bibin"
'Çima em dibêjin çareseriya demokratîk aştî mumkun e'
Ayşe wiha domand: "Çima ku her şer rewşa aştiyê jî bi xwe re diafirîne? Di cîhanê de gelek mînakê 'çareseriya demokratîk û aştî mumkune' hene. Em bi tecrubên cîhanê û bi tecrubê xwe bi rêkevin em bawerin emê serkeftî bibin. Em wekî KJA dibêjin em hemû bi hev re dikarin bigihêjin çareseriya demokratîk û aştiya ku gavekê dûrî me ye. Muhatap di şert û mercên wek hev, azad de muzakeran despêkbikin aştî qasî 'a niha' nêzî me ye. Li dijî yên ku şer gur dikin; gel amede ne, daxweziya aştiyê amede ye, deklarasyon amede ye, em jin ji xwe amede ne. Ev berpirsyari ya me ye. Me li Tirkiyê û Rojava li dijî zihniyeta serdest gelek astengî rakirin, bi van tecrûban em di riya 'çareseriya demokratîk û aştî mumkune' de bimeşin emê serkeftî bibin" Ayşe bang li jinên tirk kir ku dakû aşitiyê bi hevdira ava bikin û ev tişt anîn ziman "Bi jinên Tirkiyê yê re zihniyet û zimanê serdest, bombe û çekan ji holê rakin, tu astengî li hember aştiyê nemîne. Em wekî KJA'yê bang li tevahî jinan dikin ku, bi deklarasyona çareseriya demokratîk û aştiyê em bigêjin hev, şer rawestînin."
(pk/rc)