'Ji cenazeyan tolê hildidin'
13:09
JINHA
AMED - Ji bo 13 cenazeyên ku bi rojane li sînor tê rawestandin jinên Amedê bertek nîşan dan. Jinên Amedê bertekên xwe bi van gotinan anîn ziman: "Ma dewlet tola xwe ji canezeyên me distînin? Ev çend roje dayîk li benda cenazeyê zarokên xwe ne ku bigirin. Me ji cenazê me re jî dikin hesret."
Serokomar Tayyîp Erdoğan bi gotina 'Muzakere tune û pirsgirêka kurt tuneye' pêvajoya hatibû destpêkirin yek alî xilas kir. Piştî van axaftinên wî jî li bajaran girtin û bincavkirin, şer û bomberandin destpêkir. Ev polîtîkaya ku hat destpêkirin ji ber ku têkçuyîna wî ya di hilbijartinê de bû. Jinên Amedê ji me re axivîn û me jî guh da wan. Jina bi navê Yonca Ertem hestên xwe der barê 13 cenazeyên li ser sînor tên rawestandin wiha bi lêvkir: "Bi salan e em di nava şer dene û êdî em dixwazin aşitiyek çêbibe. Ez weke dayîkek hêvî dikim ku ev pêvojaya çareseriyê bêserbikeve. Lê ez niha bi gumanim. Ez difikirim min zarokê xwe aniye dinya kî çawa."
'Bila werin vir û bi çavê xwe bibînin'
Yonca got ku di vê pêvajoyê tenê bi kurda re na, bi dayîkên leşkeran re jî hêviyek çêbiba û wiha domand: "Em ji welatiyên li rojava dijîn bêhtir bifikarin. Di medyaya boyaxkiri çi dibînin jê bawer dikin bila werin vir û bi çavê xwe bibînin. Em êşa vî şerî dikşînin. Ez hêvîdarim di demek nêzde ev şer raweste. Ev zordarê ku li qesrê de ye kîna wî me xiste nava şer. Ev ji miriyên me jî ditirsin û li hemberî cenazeyên me bê hurmetin."
'Bila êdî xun nerijê û ciwanên me nemirin'
Jina bi navê Îffet Tekdag jî anî ziman ku şer di her alî de girene û hewceye ev xun bê sekinendin. Îffet bi bîr xist ku di dema şer de kezeba hemû dayîkan dişewite û ev tişt gotin: "Ez him xwişka windahiyên nediyarim û him jî xwişka şehida nim. Bila êdî xun nerijê û ciwanên me nemirin. Êdî em naxwazin televîzyona temaşe bikin, derûniya me ranake. Ji cenazeyên li ser sînor tên sekinandin çi dixwazin. Gelo tola xwe ji cenazeyên me hiltînin? Bi rojane dayik li benda zarokên xwe ne. Her roj mirin heye ev dewlet ji me çi dixwaze."
'Kes qirînê me nabihîse'
Gulşen Bozkurt jî daxuyand ku divê operasyon demildest bên rawestandin û wiha pê da çû: "Ji ber balafirên şer her roj radibin derûniya me xera dibe. Zarokên me ji pêvçûnên derve ditirsin û bandorek neyinî li ser wan dike. Zarok ji teqînek biçûk jî dibêjin ma bombe teqiya. Em dixwazin her tişt baş bibe." Nupelda Demîr jî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha axaftina xwe domand: "Her gav em êş dikişînin û digirîn. Kesek qîrîna me nabihîse. Medyaya tirk êşên dayîkên leşkeran didin lê yên me nadin. Kesek nikare me bêdeng bike."
(fk/rc)