Jin heyet dişînin Lîcê û Pirsûsê
13:20
JINHA
ENQERE - Meclîsa Azadiya Jinê dê bi heyetek berfireh ya di nav de wekîlên jîn jî heyî biçin Pirsûsê têkildarî komkujiyê de lêkolîna bikin û dê li Licê jî şewitandina daristan û valakirina gundan lêkolînan bikin. Endama Meclîsa Azadiya Jinê Sakîne Esen Yilmaz têkildarî heyeta biçe Pirsûs û Lîcê û xebatên bike agahî dan û got ku dê bi rêveberên heremî, rayedarên dewletê û şahidên bûyerê re hevdîtinan bikin û raporekê amade bikin û wiha got: "Heke em heqîqatan dernexin holê em aştiya civakî pêk naynin."
Meclîsa Azadiya Jinê ji bo komkujiya Pirsûsê û şewitandina daristanan û gundên li Lîcê lêkolîn bike dest bi xebatan dike. Meclîsa Jinan ji bo heyeta ji 14 kesên di nav de parêzer, akademîsyen, pispr û wekîlên jin ên HDP'ê heyî ava dike û dişîne heremê. Heyet dê sibê yekemîn biçe Lîceyê û li wir lêkolîna bikin bi şahidên bûyerê re biaxive û pişt re dê biçe Pirsûsê û li wir jî lêkolînan bike. Heyet piştî du rojan lêkolîn kirin dê raporekê amade bike û bi raya giştî re parve bikin.
Di heyetê de parlementerên HDP'ê Beyza Ustun, Çaglar Demîrel, Meral Daniş Beştaş û Huda Kaya, Endama Komîsyona Ekolojiyê ya KCD'ê Nejla Gursoy, Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek, Rojnameger Mehveş Evîn, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Nîmet Tanrıkulu û gelek kesên din jî cih digirin û li bendêne ku Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik jî tevlî heyetê bibe.
'Dîroka Kurdistanê di heman demê de dîroka komkujiyan e'
Endama Meclîsa Azadiya Jinê Sakîne Esen têkildarî xebatên heyetê de agahî dan û diyar kir ku ji bo astengiyên li pêşiya pêvajoya aştî û demokasiyê bên rakirin divê binpêkirinên mafan bên teşhîrkirin û bi ser bûyera de biçin. Sakîne anî ziman ku li Tirkiyeyê piştî komkujiya Pirsûsê pêvajoya çareseriyê ket turbulansê û wiha got: "Dîroka Kurdistanê di heman demê de dîroka komkujiyan e. Mixabin heya niha kiryarên komkujiyan nehatin dîtin û nehatin darizandin. Heye kiryar neyên dîtin û bi wan re rû bi rû neyên kirin pêvajoya muzakereyê nemimkûne bikeve jiyanê."
'Em dê ji bo heqîqetan derbixin holê bixebitin'
Sakîne da zanîn ku Meclîsa Azadiya Jinê têkildarî bûyer li Erdexanê ya leşkeran otobus gulebaran kir û 2 welatî qetil kirin re jî heyet şand herêmê û rapor amade kir. Sakîne bilêv kir ku dê rojên pêş de vê raporê ji raya gişt re aşkera bikin. Sakîne destnîşan kir ku piştî lêkolînên li Pirsûs û Lîcê yê jî dê raporê amade bikin û wiha pê de çû: "Li wir em dixwazin bi hemû kesî re hevdîtinan bikin. Bi rêveberiyên heremî, rayedarên dewletê û şahidên bûyerê re hevdîtinan bikin. Armanca me heqîqatan derbixin holê yê."
(rc)