Jinan li Hewlêrê bang li NY kirin

16:01

JINHA

HEWLÊR - Jinên Kurd li pêşiya navenda NY a li Başûrê Kurdistanê daxuyaniya çapemeniyê dan û diyar kirin ku Dewleta Tirk sûcê mirovahiyê kiriye. Jinan bang li NY kirin ji bo tavilê bikeve tevgerê.

Di pêşengiya Navenda Têkiliyan a Jinên Kurd (REPAK) a li Hewlêrê de jinan li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî daxuyaniya çapemeniyê kirin. Daxuyaniya ku duh di saetên şev de ku nûnerê NY jî têde amade bû komkujiya dewleta Tirk a li Zergelê pêk anî hat şermezarkirin.

Daxuyaniya Soranî ji aliyê aktîvîsta jin Parêz Omer ve, ya Îngîlîzî jî ji aliyê serokê REPAK’ê Meral Çîçek ve hat xwendin. Di daxuyaniya çapemeniyê de jinan wêneyên komkujiya Zergelê hilgirtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û êrîşên hewayî li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk aniye, bi zanebûn û bi xwestek di komkujiya Zergelê de sivîl hedef hatin girtin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Tenê hikûmeta AKP’ê û kesên di emrê wan de dikarin tevî vê yekê êrîşên xwe berfirehtir bike. Komkujiya sivîlan a duh dewleta Tirk li Zergelê pêk anî hem sûcê şer e, hem jî sûcê mirovahiyê ye.”

Di daxuyaniyê de ev bang li NY hatin kirin.

- Divê di zûtirîn demê de heyetek ji NY biçe gundê Zergelê û lêkolînan bike.

- Pêwîste di çarçoveya şerê dijmirovahiyê ya bi sedema ku dewleta Tirk bi zanebûn hiqûqa şer a navneteweyî binpê kiriye û bi zanebûn sivîl hedef girtine bê destgirtin û ji ber vê yekê Tirkiye di aliyê diplomatîk û hiqûqî de rastî pêkanînan bê.

- Ji bo aliyê Kurd û dewleta Tirkiyeyê pirsgirêkê bi aştiyane çareser bikin pêwîste NY bikeve dewrê.

Piştî daxuyaniyê nameyeke ku daxwazên çalakgeran têde nivîsandî ji bo ji Sekreterê NY ê Iraqê Jan Kûbîs re bê şandin teslîmî nûnerê NY hat kirin. Nûnerê NY spasiya çalakgeran kir û got, teqez wê daxwazên wan ji cihên peywendîdar re ragihîne.

(rc)