Dengê qîrînê jinan ya aştiyê bilind dibe
10:07
JINHA
ÎZMÎR - Endamên Meclîsa Dayîkên Aştî ya Îzmirê bertek nîşanî polîtîayên şer, qetilam û dijmintiya aştiyê a AKP'ê dan û gotin: "Erdogan got 'aştî' li Suriyê xist, got 'aştî' li Kobanê xist, got 'aştî' li Qendîlê xist. Aştiya ku ew jê fêmdikin qetilamkirina gelane."
Dayîkên Aştî yên ku xizim û zarokên xwe di nava refê gerîla de winda kirine û li beramber hemû êş û tundî carek din dibêjin 'Aştî'. Dayîkên Aştî li hember polîtîkayên şerê qirêj ya AKP'ê li her derê çalakiyên xwe didomînin û diyar dikin ku dexweziya wan tenê dawî li van qetilaman bê û cenazeyên ku bi rojan tên rewastandin radestî malbetê wan were kirin û aştî pêk were. Jinên ku êşên xwe di dilde girtine û bi hêrsek gotina despêk û dawî dibêjin "Em şer naxwezin".
'Rondikên çavê me neman'
Yek ji van jinan Kadriye Kuluman e. Kadriye wiha dest bi gotina xwe dike, "Em şer naxwezin" û wiha domdike: "Em şer protesto dikin û qetilama Qendîlê şermezar dikin. Dibêjin Abdullah Ocalan qatilê zarokan e. Lê di asil de ew qatilê zarok, sewal û xwezayê ne. Di gunde çi hebe didin ber agir ev ne însantiye." Kadriye destnîşan kir ku qetilam di bin navê 'Misilmantiyê' de dikin û wiha dibêje: "Mislimantiyek bi vî aweyî nabe". Kadriye bi lêvkir qetilamên ku bi şev û roj pêk tên ew lanetê lê dike û wiha got: "Cenazeyên me ji deh rojan zêdetir li ser sînor tê rewastandin. Em şer naxwezin û em ê her lanetê li wan bikin ku kezeba wan jî wisan bişewite. Însan, sewal û teyr nikare li ber vê gerima havînê xwe bigre lê cenazeyên me ev çend rojin li ber vê gerimê tê rewastandin. Wê çi ji cenazeyên me bikin, çi mafê wan li cenazeyên me hene? Êdî ez nema dikarim li televîzyonê temaşe bikim. Kezeba me dişewite em van êrîşan lanet dikin. Xwarin di ber me de naçe êdî û rondikên çavê me neman." Kadriye wiha dawî li gotina xwe anî: "Bijî Rêber Apo, bijî gerîllayên me ên serê çiyê û berxwedêrên girtîgehan."
'Yên ku li serê çiyê jî ya mene û leşker jî ya mene'
Memfiya Enes jî daxweza xwe ya aştiyê anî ziman û got: "Erdogan ji bi çûk heya mezin herkesî xistiye qontrola xwe. Behsa mislimantiyê dike. Eger misliman be wê demê bila vê êşê ji dilê mirovan derbixe û dawî li vî şerî bîne." Memfiya bi gotina "Yên ku li serê çiyê jî ya mene û leşker jî ya mene" xwedî li ewladê xwe derdikeve û got: "Kujeran rêdikin nava me û ji mera dibêjin terorîst lê belê yê ku vê yekê dike dewlete." Memfiya wiha domkir: Em xwînê şehêdên xwe dixwezin. Em ji Erdogan tiştek cuda naxwezin, xwedê birînek welê giran bike dilê wî. Mirovek mislimanbaya wê dawî li vî şerî anîba û yên ku li çiyê û girtîgehê dimînin xilas kiriba. Kezeba me dişewite, hinek zarokên me gerîllane hinek ji wan leşkerin. Em aştiyê dixwezin. Aştî, aştî tenê aştî dixwezin."
'Aştî, aştî dervê aştiyê dexweziyek me tune ye'
Behiye Çelebî wiha dest bi gotina xwe kir: "Eger ferman ne daba wê balafir derbasî Kurdistana Başûr nebaya û li ser hevalên me bombe ne barandibana. Em êrîşên ku pêk tên şermezar dikin." Behiye wiha domkir: "Em şer naxwezin aştiyê dixwezin. Hinek keçê wan li çiya ye û hinek jî kurê wan leşkere. Birayek min leşkertiya xwe kir û birayek min jî niha li çiyê ye. Em naxwezin bira bi birayê xwe ya din re rû bi rû were. Tu dayîk şer naxweze. Dema ku zarok şevek li dervebin nikarin serê xwe rihet danin û rakevin. Êdî em li mala xwe jî rihet rûnanin, wijdanê me jan dide. Wê heyan kengî me bikujin?" Behiye anî ziman ku ew êdî naxweze cenazeyên ciwanan di nava betaniyê de pêçayî bibîne û wiha pêde çû: "Em xwarin dixun di bîra mede ne, zivistan were havîn were her di bîra mede ne. Em difikirin ku gerîllayên me di germê de gelo avek sar dibînin ku vexun an jî di zivistanê de cihek gerim dibînin ku lê xwe gerim bikin? Aştî, aştî dervê aştiyê dexweiyek me tune ye."
'Erdogan her kesî dixwepîne'
Di dawîyê de Kadriye Tuncer jî wek dayîkên din got "Em şer naxwezin, aştiyê dixwezin." Kadriye diyar kir ku Erdogan baweriya gelan hejand û helwesta wî a li hember aştiyê nirxand û got: "Erdogan got 'aştî' li Suriyê xist, got 'aştî' li Kobanê xist, got 'aştî' li Qendîlê xist. Erdogan her kesî dixwepîne. Xayîntiyê dike, ew aştiyê naxweze. Li vir ji mera qala aştiyê dike lê diçe Qendîl û Şengalê dişewtîne. Kes hişyar nabe lê em di ferqa van leystûkan de ne. Aştiya ku ew jê fêmdikin qetilamkirina gelane."
Kadriye di dawî de bertek nîşanî rewastandina cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê ya li ser sînor da û got: "Ez helwesta li hember cenazeyan şermezar dikim. Erdogan te misliman ne dîtine, tu ne mislimane? Tu dibêjî ez mislimanim lê deh rojin tu cenazeyan didî rawestandin."
(rc)