Li Cizîrê di gulebarana polîsan de welatiyê bi navê Beşîr birîndar bû

10:15

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê di gulebarana polîsan a li kolana Hesen Nerse lê birîndar bûyî vêcarê jî welatiyê bi navê Beşîr birîndar bû.

Li taxa cudi ya Cizirê polîsan welatiyê bi nav Beşîr yê 54 salî birîndar kirin. Di saetên sibê de polis bi Toma û wesayitên zirxî ketin taxa Cudî. Polîsan welatiyên taxê gulebaran kirin, di gulebaranê de welatiyê bi navê Beşîr birîndar bû. Çend roj berê li hemen kolanê ciwanê bi navê Hesen Nerse hatibû qetilkirin. Niha jî wlatiyê bi navê Beşîr birîndar kirin û li Beşa Lezgîn a Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê tê dermankirin.

Hat zanîn ku rewşa beşir ber bi başiyê ve diçe.