Divê jinên PDK'ê ji Mesut Barzanî re bêjin 'bese'

10:45

Beritan Canozer/JINHA

AMED - Li hember êrîşên hewayi yên ser Herêmên Parastina Mediyayê û gundê Zergelê jinên bakur bertek nîşan dan. Jinan bang li jinên başur kirin û gotin: "Divê jinên PDK'ê ji Mesut Barzanî re bêjin 'bese.'"

Di 1'ê tebaxê de balefirên şer yên tirkan gundê Zergele yê herêma Qendîlê bombadumanb kirin. Di bombabaranê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn. Ev hefteyeke Herêmên Parastina Mediyayê dibin bombabaranê de nin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî daxuyaniyên weke "Divê PKK ji Kurdistanê derkeve" dide. Jinên bakur bertek nîşanî van gotinan û hevkariya PDK'ê ya bi AKP'ê re da û diyar kirin ku divê jinên başur dakevin qadan û ji vê rewşê re bêjin 'bese.'

'Ji şer re gotina bese erkek miroviye'

Ji Navenda Şêwirmendiya Jinan Amida Fatma Gulçiçek diyar kir ku hevkariya PDK û AKP'ê gelên Rojhilata Navîn ên tên perçiqandin tar û mar dikin û wiha got: "Dê ev şer ne tenê me we jî bişewitîne. Dema ku em bi hev re ji şer re nebêjin na emê bi hev re bişewitin. Ji şer re gotina 'bese' ji nijadî wêdetir berpirsiyariyek miroviye. Divê em çavê xwe ji bi hovane qetilkirina ciwan, zarok û jinan re negirin. Em li bendêne li hember van kirinan jin helwesta xwe nîşan bidin. Divê daxuyaniyên vê siyasetê hilweşîne bên kirin. Bê xwestin bila bên vêderê li gel me tekoşîna xwe berdewam bikin. Em bang li jinên PDK'ê dikin, li gel me berxwedanê bikin û 'Ji şer re bêjin bese.'

'Dema ku em çar alî bibin yek emê çareser bibin'

Seroka Eem Evi ya Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal Nurşen Akbal jî destnîşan kir ku Barzanî weke lîderek kurdan tevnagere. Nurşen anî ziman ku ji lîderek kurdan zêdetir Mesut Barzanî weke axayê eşîra xwe tevdigere û wiha domand: "PDK ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Divê jinên PDK'ê vê rewşê ne pejirînin û bêjin 'Em ne alîgirê şer û kuştinê ne.' Duh balefirên TSK yê gelê wî bobabaran kir û ev taloke li pêşiya wane jî. Em dixwazin hemû gelê kurd bi hev re bijîn. Tucarî nêrîna me ya Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava her yek dewletek wan ya cuda hebe çênebûye. Her dem em dixwazin her çar alî bibin yek dibin banê yek Kurdistanê de jiyan bikin. Emê weke jin karibin vî şerî bidin sekinandin. Ji ber wê jî divê despêkê em dengê xwe bikin yek û bêjin 'Em şer naxwazin, bila xwîn ne rije û zarokên me nemirin.'"

'Divê em mil bidin milê hev û li ber xwe bidin'

Seroka Şaxa Egitim Sen a Amedê Dilek Atsan jî bilêv kir ku ji her demê zêdetir pêdiviya kuran bi yekîtiyê heye û wiha berdewam kir: "Di demek a bi rêxistinek hov a DAIŞ'ê re ru bi ru mayînê de em PDK ya ku PKK'ê li ser axa xwe dike derê şermezar dikin. Tenê bi şermezarkirinê jî nabe, ev helwest nayê pejirandin. Di demek ya bi gel re bûyîna yek bi devê dijmin daxuyanî dayînê tenê dibide sedema windakirina te. Divê li hember van qirkirinan em bibin yek û mil bi milê hev li ber xwe bidin."

'Em zemînek yê kurd kurdan ne şikîne avabikin'

Dilek anî ziman ku di hemû şeran de bedelên herî giran jin didin, bang li hemû jinan kir û got: "Em dixwazin siyasetmendarên PDK'ê, polîtîkacî, yên ku di nava jiyana zindî de cîh digirin bila hemû li hember hevkariya PDK û AKP'ê dengê xwe bilind bikin. Divê hemû rol û berpirsiyariya dikeve ser milê wan bînin cîh. Werin em bi hev re şer ji holê rakin, em bi hev re rojên bê mirina zarokan, ciwanan û jinan avabikin. Werin em zemînek yê kurd bi destê kurdan neyê qirkirina avabikin."

(zt)