Li Lîcê Meclisa Azadiya Jinan lêkolînan dikin
11:17
JINHA
AMED - Ji bo lêkolînkirina şer û agirê bi destê leşkeran hatî pêxistin heyeta Meclisa Azadiya Jinan a ji 12 kesan pêktê çun Lîcê.
Heyeta Meclisa Jinên Azad ji bo lêkolînkirina daristan û gundên şewitiyîn ji Amedê çun Lîcê. Di nava heyeta ji 12 kesan pêktê de Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Beyza Ustun, Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel, Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, Endama Komisyona Ekolojiya KCD'ê Nejla Gursoy, Hevseroka Navenda DBP'a Amedê Hafîze Îpek, Rojnameger Mehveş Evin û Serokê Şaxa ÎHD'a Stenbolê Nimet Tanrikulu jî cîh girtin. Heyet li cihê şewatê digere, dê sedemên derketina şewatê û ziyanên dane bikin rapor. Paşê jî rapora ku amadebikin dê bi raya giştî re par bikin.
(zt)