Li Serêkaniyê Wexfa Jinê seminera tenduristiyê da

12:05

JINHA

SERÊKANIYÊ – Wexfa Jina Azad a Rojava ji bo jin xwe ji nexweşiyan biparêzin li Navenda Tenduristiyê ya Arî semînerek tenduristiyê dan.

Di semînera ji aliyê Wexfa Jina Azad a li Navenda Tenduristiyê ya Arî hatî derxistin de bijîşk Ferîda Siyahofa diyar kir ku dema ew têde derbas dibin pir nexweşî belav bûne, pêwîste ku mirov bizanibe çawa xwe bi parêze bi teybet jin. Ferîda destnîşan kir ku pêwîste jin dema her heyv nû dibe ava pir cemidî venexwe, xwe ji cilên qirêj bi parêze da ku nexweşî di canê wê de çênebe. Ferîda sedema sereke ya çêbûna nexweşiyan di canê jinê de dema ku her heyv xwe nû dike wergirtina cilên qirêj e. Ferîda bang li hemû jinan kir ku xwe ji nexweşiya bi parêzin û dem dem serdana navenda tendirûstî ya Arî bikin ji bo nexweşî û tendirustiya xwe. Paşê bijîşk Ferîda Siyahova bersiva pirsên jinan derbarî çawa xwe ji nexweşiyan bi parêze da.

Semîner bi duruşmeya” Jin jiyana azadî” bi dawîbû.

(zt)