Şewata li Çiyayê Cûdî her diçe mezin dibe
13:09
JINHA
ŞIRNEX - Şewata li Çiyayê Cûdî ya ji ber bomberdûmana leşkeran derket, mezin dibe. Destûr ji gel re nayê dayîn ku agir vemirîne.
Li Şirnexê di encama bombebarana leşkeran de şewata li Çiyayê Cudî û Gabar derket û berdewam dike. Agirê bi Çiyayê Cudî ket gihiştiye astek wisa ku ji navenda Cizîrê tê dîtin. Her çiqas agir bi çav bê dîtin jî heta niha ti rayedaran û welatiyan ji bo vemirandina şewatê dest bi hewldanan nekiriye.
Her wiha şevê din li Çiyayê Gabar li herêma Bajarokê Findikê carek din di encama bombebarana leşkeran de şewat dest pê kir. Piştî şewat destpê kir welatiyên Findikê kom bûn çûn û şewat vemirandin.
(ma/zt)