Di salvegera Fermana 74'emîn de meşa pêxwas li Laleşê

14:28

Zehra Dogan /JINHA

LALEŞ - Êzidî di salvegera fermanê de meşek pêxwas ber bi Laleşê bi drûşmeya "Çima kesek dengê me nabihîse êdî bese, zarok û jinên me xilas bikin" li dar xistin.

Di salvegera êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî êzidiyên Şengalê de ji aliyê Êzidiyên li kampên bajarê Duhokê ve meşek hat lidarxistin. Bi hezaran Êzidî bi kîlometrayan rê ji Duhokê ber bi axa pîroz Laleşê meşiyan. Di meşê de cilên li ser nivîsên "Dengê Êzidiyan bibîhîsin", "Fermanê ji bîr nekin" hatiye nivîsandin li xwe kirin û posterên mirovên xwe winda kirine rakirin û dirûşmeya "Hol hola Êzidiyan" hat berzkirin. Meşvan ji bo bal bikşînin ser Kobanê û Şengalê jî pankarta bi rengê sor "Li Kobanê û Şengalê fermane" hatibû nivîsandin hat rakirin. Piştî meşvan gihaştin Lalêşê bi deqîqeyan giriyan û axa pîroz maç kirin. Di meşê de Şêxê Êzidiyan Baba Çavuş, palamenterê HDP Feleknas Uca û nûnerên partiya YNK'ê cih girtin.
Meşvan dema gihaştin axa pîroz Laleşê merasîm pêk anîn û di merasîmê dia hat kirin, di diayên xwe de xwestin ku jin û zarokên di destên çeteyan de bên rizgar kirin. Piştre çaput bi tirbeyan girêdan û mirazên xwe kirin. Piştî ayinan jî daxuyanî hat dayîn di daxuyaniyê Baba Çavuş axivî. Baba di daxuyaniyê de bal kişand ser yekîtiyê û ev tişt gotin: "Xwestin ku me tune û parçe parçe bikin, lê divê em yekîtiya xwe ava bikin. Êzidî her gav aşitiyê dixwazin di vê dema şer jî dê diayên me ji bo aşitiyê bin."

Felenknaz Uca jî axivî û got ku ev du rojê ji aliyê KDP'ê ve hatina wan a Şengalê hatiye astengkirin. Feleknaz di berdewamiya axaftina xwe wiha got: "Îro ji bo me Êzidiyan û jinan rojeke reşe. Hîna jî bi hezaran jinên me dîlgirtîne û li bazaran tên firotin. Ev saleke derbas bû lê Şengal azad nebû. Em îro li Laleşê ne û pêdiviya me bi hev heye."

(fk/rc)