Dayikên leşker û gerîlayan AKP’ê hişyar kir
16:01
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê zedetirî sed dayikên leşker û gerîlayan bi daxuyaniyek hevpar bomberabana li hember qadên HPG’ê pêk tên şermezar kir û hikûmeta AKP’ê ku biryara şer girtiye hişyar kir.
Li Colemêrgê dayîkên leşker û gerîlayan li dijî bombebarana Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber avahiya DBP’ê daxuyanî da çapemeniyê. Ligel zêdetirî sed dayikan, hevserokên DBP û HDP’ê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyanî bê xwendin ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Li ser navê dayikan Perîhan Karaman axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê dev ji pêvajoya aştiyê berda û berê xwe da şer. Perîhan destnîşan kir ku leşker û gerîla jî zarokên wan e û wiha got: “Kesên li aliyê şer disekinin zarokên xwe li derveyî welat didin xwendin û zarokên me jî li vir tên kuştin. Ji ber ku desthilatdar ji kezeba dayikan hay nîne.”
'Em ê li dijî şer têbikoşin'
Perîhan da zanîn ku serokomar Erdogan ji xwîna ciwanên wan têr nabe û wiha berdewam kir: “Dixwaze desthilatdariya xwe mezintir bike. Şer kareke hêsan, aştî kareke dijwartir e. Ji ber vê yekê em ê li aliyê aştiyê cih bigirin û li hemberî xwîna dirije bisekinin. Werin em li hemberî qêrînên şer, qêrîna aştiyê bilindtir bikin.”
‘Destên xwe ji ser zarokên me bikişîne’
Perîhan anî ziman ku Erdogan bila destên xwe ji ser zarokên wan bikişîne û wiha domand: “Heke ji xwînê têr nabe bila biçe bi xwîna zarokê xwe têr bibe. Em ê li her du cihanan jî hesabê zarokên xwe jê bipirsin û li hember şer bibin mertalê zindî.”
Dayika bi navê Zumeyra Ertunç a kurê wê leşker e jî axivî û bi lêv kir ku ew êdî şereke di navbera bira û xwişkan de naxwazin û wiha got: “Êdî bila ev şer bi dawî bibe. Kurekî min jî li Silopiyê leşker e. Erdogan bila destên xwe ji ser zarokên me bikişe. Em aştiyê dixwazin.”
Piştî axaftinan daxuyaniya dayikan bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.
(rc)