Êzidiyên Efrînê li dijî komkujiyê meşiyan
16:23
JINHA
EFRÎN -Komeleya Êzidiyan a Efrînê bi armanca şermezarkirina komkujiya Şengalê di yekemîn salvegera wê de meşek lidarxistin.
Komeleya Êzidiyan a Efrînê bi boneya salvegera yekem a komkujiya Şengalê meşek lidar xist. Di meşê de komkujî hate şermezar kirin û qurbaniyên komkujiyê hatin bîranîn. Hevserokên TEV-DEMê Daliya Henan, Mûstefa Hesen, Seroka Desteya Jinan Fatma Lekto, Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Zelal Ciger, Serokê Desteya Karê Derve Silêman Cefer û bi dehan welatiyên Êzidî yên Efrînê beşdarî meşê bûn. Meş ji ber komeleya Êzidiyan a Efrînê destpêkir û heya kolana sereke ber bi Meydana Azadî ve meşiyan. Meşvanan pankartên bi nivîsên” Destdirêjiya li dijî jinên Êzidî ku di sedsala 21'an de pêk hat, noqteya reş di rûyê hemû mirovahiyê de ye. Di salvegera yekem a komkujiyê de Komeleya Êzidiyan piştgiriya xwe bi gelê Şengalê re nîşan dide, em komkujiya ku bi destê DAIŞê pêk hat nelet dikin, em vekişandina Pêşmergeyan ya sûc û ne parastina gelê xaka pîroz şermezar dikin."
Meşvanan her wiha posterê Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, alên komeleya Êzidiyan, TEV-DEM û wêneyên qurbaniyên Şengalê yên jin hilgirtibûn. Jinên beşdarî meşê bibûn cilên reş lixwe kiribûn. Meşvan li Meydana Azadî kom bûn û piştî rêzgirtinê daxuyanî dan çepemeniyê.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Rojeke reş di ser hemû gelê Êzid re derbas dibe û wiha berdewam kir: “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de kurdên Êzidî rastî komkujiyê hatin. Çarenûsa sedan gelê Êzidî yên hatine revandin heta niha ne diyare. Bi sedan jinên Êzidî hîn di destê DAIŞ’ê de ne. "
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Tişta li Şengalê pêk hat, noqteyeke reş li ser eniya mirovahiyê ye û felaketeke li ser gelê Şengalê ku ji rêjîma Baas rizgar bibû. Ew tişta ku dilê mirov di êşîne derbasbûna DAIŞê li ber çavên hemû kesê û aliyên ku xwe parazvanê kurdên Êzidiye. Gelê Êzidî ket nava pencên hikûmeta Îraqê û hikûmeta Başûr bê parastin hêştin. Em komkujiyê şermezar dikin. Her wiha qurbaniyên komkujiyê bi bîr tînin û rizgariyê ji kesên di destê DAIŞê de mane re dixwazin.”
Piştî daxuyanî hate xwendin li ser navê Komeleya Êzidiyan Şêx Mihemed, serokê Desteya Karê Derve Silêman Cefer, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Fatma Lekto û li ser navê Yekîtiya Star Zelal Ciger axivîn.
Di axaftinan de komkujî hate şermezarkirin û reva pêşmergeyan ku bû sedema derbasbûna çeteyan a Şengalê hate şermezarkirin.
Meş bi diruşmeyan bi dawî bû.
(rc)