KJA: Em li Silopiyayê kom bibin û xwedî li cenazeyan derkevin
18:06
JINHA
AMED - KJA ji ber cenazeyên 13 YPG/YPJ û HPG’yiyan radestî malbatan nayên kirin bertekeke tund nîşan da û ji bo xwedîderketina li cenazeyan 6’ê Tebaxê banga hatina Silopiyayê kir.
Kongreya Jinên Azad (KJA), ji ber rawestandina cenazeyên YPG/YPJ'yiyan daxuyaniyek weşand. KJA got: "Li Deriyê Sînor ê Xabûrê 13, li Dêrikê 9, li Murşîtpinarê 11 cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê ev 10 roj in tên rawestandin û radestî malbata nayên kirin. 33 cenazeyên me di germahiyeke ku can û bedena me diweşîtinê tên razandin. Ev 10 roj in, 33 beden nagihêjin hezkiriyên xwe.”
'Divê tevahî mirovatî li sînor kom bibe'
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 4 pirtûkên pîroz ên gelan de jî, mafekî bingehîn e ku hezkirî miriyên xwe bispêrin axê û wiha hat gotin, "Îro ev mafê însanî jî ji Kurdan re zêde tê dîtin. Bedena 33 canên ji bo pêşeroja mirovatiyê li hember DAIŞ’a barbar û hov şer dikin ji rizandinê re tên hiştin. Ji bo tevayî mirovatî êdî ji vê re bêje, ‘raweste’ û 33 bi gerdûnê re bên gel hev li sînor kom bibe û nerazîbûna xwe nîşan bide."
KJA bang li tevayî jinan û gelan kir ku 6’ê Tebaxê roja Pêncşemê saet 10.00’an li Silopiyayê kom bibin û xwedî li cenazeyan derkevin.
(rc)