Li Silêmaniyê wê peykerê Arîn Mîrkan were çêkirin
18:21
JINHA
SILÊMANÎ - Şandeya Kantona Cizîrê, li Silêmaniyê ji bo çêkirina peykera şervana YPJ'ê Arîn Mîrkan bi nûnerên YNK'ê re hevdîtin pêk anî.
Akedemîsyena Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalîd, Berpirsa Wezareta Raghandinê Leyla Cemal, Nûnerên Xweseriya Demokratîk a Kantona Rojava Şêrzad Adîl Êzidî û bi şandeyek çûn Silêmaniyê û bi endamê Polîtburoya YNK'ê Mela Bextiyar re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de di navbera wezareta Rewşenbîrî û çandî yê Rojava û Başûrê Kurdistanê de peymanek hat îmzekirin. Endamê Polîtburoya YNK'ê Mela Bextiyar derbarê hevdîtinê de nêrînê xwe anî ziman û diyar kir ku, ew gelek kêfxweşin ku Şandeya Kantona Cizîrê re hevdîtin pêk anîne û biryarên ku hatine girtin girîng dibînin. Her wiha destnîşan kir ku ji bo xwedî li Rojava derbikevin û pişgirî bidin ev hevdîtin gelek girîng bû.
Piştre Wezîra Rewşenbîrî ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid jî spasiya piştgiriya YNK'ê kir û got: "Divê peywendiyên rewşenbîrî û çandî yên di navbera beşên din ê Kurdistanê bi taybet di navbera Başûr û Rojava de zêdetir bibe." Nûnerê Kantonên Rojava Şêrzad Êzidî jî di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku helwesta YNK'ê li hember şoreşa Rojava helwestek rêgezî, siyasî û netewî ye.
Di hevdîtinê de biryar hat girtin ku li bajarê Silêmaniyê peykerek ji bo şervana YPJ'ê Arîn Mîrkan were çêkirin.
(rc)