Jin ji bo aştiyê amadekariya deklarasyonê dikin

09:59

Oyku Dilara Keskin/JINHA

STENBOL - Ji bo bilindkirina dengê aştiyê KJA yê banga deklarasyonê li hemû jinên Tirkiyê kir. Aktivista KJA yê Hulya Avşar got: "Ma ew ji vî welatî hes dikin. Ji bo ku hesabên tiştên kirine nedin şer dane despêkirin. Ji ber wê jî banga me ji bo hemû jinane em bi hêzin, em dikarin li hember vî şerî bisekinin."

Kongreya Jinên Azad (KJA) bang li hemû jinên Tirkiyê kir û wiha got: "Werin ji bo avakirina aştiyê em di nava deklarasyonek hevbeş de kom bibin." Aktivista KJA yê ya Stenbolê Hulya Avşar balkişand ser giringiya aştiyê û da zanîn ku dê jin aştiyê bînin û wiha domand: "Şer tenê leşker yan gerilayan bandor nake. Yên bi wan re heman êşan dijîn jinin, ji ber wê jî divê em li hev bicivin û emê ji bo aştiyê çî bikin ser biramin.

Hulya anî ziman ku bi hev re bûn serkeftin gengaze û wiha berdewam kir: "Bi destê hikumeta ne mayînde biriyarên hatine girtin li Kurdistanê bûyer tên jiyandin. Lê ev ji bo tevahiya Tirkiyê û Rojhilata Navîn tehdideke. Ji ber wê jî em jinên Tirkiyê hêza xwe ya hatina ba hev dibinin. Mînaka wê ya herî berçav jî encamên hilbijartinan bû. Politikaya bi zimanê mêran hati avakirin berhemê mêrane. Êdî di meclisê de jin zêdetir bihêzin û zêdetir serkeftine. Dê êdî li her derê jin bi serkeftîbin."

'Di çalakiyan de jî me yên ne şer aştiyê dixwazin dîtin'

Hulya destnîşan kir ku li gelek deverên Stenbolê çalakiyên deng derxistinê hatin kirin û wiha dom kir: "Di wan çalakiyan de me yên ne şer aştiyê dixwazin dîtin. Jin jî li aştiyê xwedi derdikevin. Dixwazin hêrsa xwe ya ji wendakirina 7'ê Hezîranê ji xwîna zarokên me derxînin. Emê ji niha û şonde bi baweriya xwe ya rawestandina şer li her deverêbin."

'Ew ji bo ku hesab nedin şer dikin'

Hulya diyar kir ku ew li gel saziyên jinan yên dinê, malbatên leşker û polisan re jî axivîne û wiha pêde çu: "Ev şer tenê ji bo sarayê ser lingan bihêle tê kirin. Bi qasî ku nikarin hesabê bidin AKP û Serokomar suc kirine. Ji ber wê jî dest bi şer kirine. Vê tenê ji bo deshilatiya xwe dike. Divê ev ji bo gel û jinan bê vegotin. Me ew ji vî welatî hes dikin. Ji bo ku hesabên tiştên kirine nedin şer dane despêkirin. Ji ber wê jî banga me ji bo hemû jinan em bi hêzin, em dikarin li hember vî şerî bisekinin."

(zt)