Li İzmirê Hewla Jinan ya ji bo Aştiyê hat avakirin

10:37

JINHA

İZMİR- Jin dê li hember hişmendiya mêran a şerxwaz li her derê bêjin "aştî" bi heman helwestê lingê Hewla Jinan a Ji bo aştiyê li İzmîrê avakirin.

Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê (BİKG) ji aliyê jinên ji nêrîn, bawerî û rengên cuda ve di sala 2009'an de li Stenbolê hat avakirin. Ji wê demê heya niha BİKG li malan, cihên kar, dibistanan û her deveran helwestên xwe anîne ziman. Bi heman armancê lingek yê xwe li İzmîrê ji avakirin. Di civîna xwe ya despêkê de hewildan xwe bigihînin her derê û ji bo aştiyê çalakiyên bi bandor bikin. Di derbarê avakirina BİKG a İzmîrê de Ozlem Gunduz û Ozlem Çalışkan axivîn.

'Jin armanc dikin li hember şer gotinan hilberînin'

Ozlem Gunduz diyar kir ku dema ku BİKG'ê ji bo Kobanê banga çalakiyan dikir li İzmîrê rast hatiye û wê demê fikira avakirina şaxê wê li İzmîrê çêbûye û wiha domand: "Piştî qirkirina Pirsusê êdî me pêdivî dît ku em li İzmîrê jî lingê BİKG'ê avabikin, ji ber pêdivî pê heye. Piştî çalakiyên me yên wê demê me forumek di derbarê 'Çima li İzmîrê pêdiviya me bi BİKG'ê heye?' Di merhela dawiyê de me li rêgezên BİKG ya Stenbolê ku di sala 2009'an de hati avakirin nêrî. Her wiha tecrubeyên heya niha qazanc kirî çine? Me li van tevan nêrî. Me lingê wê yê İzmîrê avakir û emê li hember şer gotina jinan hilberînin."

'Di ruyê dengê çekan de em dengê hev nabihîsin'

Ozlem Çalişkan jî şerê tê jiyandin û pêvajoyên qirkirinan nirxand û wiha axivî: "Em qala pêvajoyek ya ji mirovbûnê dur dikin. Em qala pêvajoyek ya ser hijmaran hatî avakirin dikin. Em qala şerê 30 salan dikin. Em her dem ser têgihên muhasebê şer didîn nasîn. Em di nava pêvajoyek ya ne mirovî re derbas dibin."

Ozlem anî ziman ku daçun li cihê jiyanê ji bo mirinê cuda dikin û wiha berdewam kir: "Mînak daçun ji bo malên sitargehan, jinên rastî şidetê tên û gelek pirsgirêkên dinê nayê dayîn, dewlet ji bo kuştinê daçunê cuda dike. Ez tênagihim kijan wijdan û aqil vê dipejirîne. Em li vêderê dibêjin em hev nasdikin, hev têdigihin dibêjin bila şer raweste. Ji ber dengê çekan em dengê hev nabihîsin."

(zt)