Feleknas Uca: Bila KDP'ê ne li dijî me li dijî DAIŞ'ê têbikoşe

10:38

Zehra Dogan /JINHA

SILÊMANÎ - Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca ku dixwest biçe Şengalê ji aliyê KDP'ê ve hat asteng kirin. Feleknas diyar kir ku ew wek parlementerek Êzidî dixweze biçe Şengalê, êşê gelê xwe parbike û tevlî çalakiyên wan bibe, lê belê li beramberî hemû hevdîtin û hewldan destûr nayê dayîn ku derbas bibe û got; "KDP'ê eger samîmî ba wê ne li dijî me li dijî DAIŞ'ê têbikoşa."

Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca bi armanca salvegera qetilama Şengalê a ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve pêk hatibû, ji aliyê pêşmergeyên KDP'ê yên bajarê Duhokê a Federala Kurdistanê ve hat asteng kirin. Piştî hemû astengiyan Feleknas Uca duh tevlî çalakiya meşa ber bi Laleşê ve bû. Feleknas derbarê salvegra qetilama Şengal û astengiyên KDP'ê de ji ajansa me re axivî,


'Ez ji aliyê hemû rayederên vir hatim asteng kirin'

Feleknas diyar kir ku, ew wek parlementer ji bo êşê gelê xwe ya Şengalê parvebike ketiye rê û got: "Lê ez ji aliyê KDP'ê ve hatim asteng kirin. Ez parlementerê gelekî me lê li beramberê vê pêşmerge pasaport û nasnameya min qontrol kirin û rastî lêkolîn kirinê hatim. Ruxmî ku nûnerên YNK'ê bi min re hebûn gotin pêwîste ez destûrê ji rayedarên leşkerî û siyasî bigrim." Feleknas destnîşan kir ku bi saetan ew hevdîtin bi rayedarên leşkerî re pêkaniye û rastî astengiyan hatiye û got: "Ez ji aliyê hemû rayederên vir hatim asteng kirin."

'Tiştên ku li Şengalê pêktê û naxwezin em hîn bibin çiye gelo?

Feleknas da zanîn ku li Şengalê hîna şerek dijwar heye û wiha pêde çû: "Li Şengalê berxwedaniyek mezin û êş mijara gotinê ye. KDP'ê bi astengî derxistinê, dixweze pêşiya gel bigre ku rewşa xwe ji mere venebêjin, çima vedişêr? Çima dibe asteng ku em pirsgirêkê gelê xwe guhdar bikin. Bi kolana xendekan a di navbera Başûr û Rojavade û polîtîkayên ku li hember Şengalê dide meşandin heman helweste. Van nêzîkatiyan hemû polîtîkayên wan deşîfre dike." Feleknas anî ziman ku astengiyên ku derxistine pêşbirê wê 'Ewlekarî' dikin hincet û got: "Eger KDP'ê ewqas gelê xwe difikire, dema ku qetilam pêkhat çima vê tedbîrê negirt. Duh dema ku li qampan digeriyam gel ji min re dibêje, 'Dema qetilamê KDP'ê riviyan.' Eger tu ewqas gel difikirî wê demê têkoşînek mezin li Şengalê bide û wir ji çeteyan paqij bike."

'Ger xwestibana wê Şengalê di 24 saetan de ji çeteyan paqij kiribana'

Feleknas da zanîn ku li ser qetilama Şengalê re salek borî, rûxmî ku çalakî pêktên li herêma Kurdistana Federal tu hewildan tune ye û wiha domkir: "Li ser Şengalê leystûkek mezin tê lîstin, pêwîste ev yek zelal bibe. Li aliyek astengiyên ku li Şengalê heyî li aliyê din 13'e cenazeyên HPG-YPG/YPJ'ê li ber Deriyê Gumrukê ya Halîl Îbrahîm tê rawestandin. Li Stenbolê çeteyên DAIŞ'ê bi eşkere banga cîhadê dike. Li hember siyasetmedarên Kurd operasyon didome û daristanên me dişewitînin. Li ber Deriyê Sînor a Mûrşîtpinarê cenaze tên rawestandin. Di bin navê DAIŞ'ê de li hember têkoşînvanên azadî êrîş û hemle hene. Polîtîkayên NATO ya pir qirêj heye. Di bin van hemû polîtîkayan de NATO heye." Feleknas dawî de got: "Eger siyasetê wan bi serbikeve ne li hember Kurdan, bila li hember çeteyên DAIŞ'ê têbikoşin."

(rc)