Jinên wanê: Çi di be bila bibe emê aşitiyê şîn bikin

10:55

JINHA

WAN - Jinên Wanê bertek nîşanî konsenpta şer ya hukumeta demdemî dan û diyar kirin ku eger ev yek nedin sekinandin welatê meyê têkeve şerekî mezin. Jinan diyar kirin ku ew heviyê xwe naşkênin û ewê bibin pêşêngê aşitiyê.

Piştî hilbijartina 7 Hezîranê û qetlîama Pirsûsê ya 32 ciwana konsepta şer jî hate destpêkirin. Bi tevî qetlîamê operasyonên leşkerî û sîyasî jî didomin. Jinên wanê bertek nîşanî qetlîama Zergelê, talankirina xweza, infazkirina 3 kesan ya li Agirî û her wiha cenazê 13'ê şervanên YPG- YPG/YPJ'ê yên li Deriyê Sinor dihatin rawestandin dan. Jinan anî ziman ku ew serokwezîrekî ji bo ku nebû desthilatdar gel qetil dikin naxwazin û wiha gotin "Emê bibin mîmarê aşitiyê. Leşker, polîs û gerîlla hemû zarokên mene. Divê demildest operasyonên leşkerî werin rawestandin.

'Erdogan hê jî berxwedana gel fêm nekiriye'

Ji jinên Wanê Sultan Oztunç wiha axivî: "AKP zûde amedekariya şer dike. AKP planên kuştina ciwana yên mêjyê wan ciwan in dike. Wekî dîktarorekî dixwazin jiyana wekhev û azada ya ku tevgera azadiya gelê kurd dixwaze astenk bike . ciwana dikin binçev û dixwazin wan xelas bikin,lê nizanin ku beramberî van ciwanan bi hezaran kes bi hevdira tekoşîn bikin û bibin bi hezaran kes. Hîn jî wekî şer derkeve bi sedan ciwan hene ku xwe feda bikin."

'Beramberî hemû tişta emê aşitiyê şîn bikin'

Rahîme Tuncen jî diyar kir ku ew zihniyeta ku li ciwanên hatin Pirsûsê û xwestin herin li Kobanê ji bo zarokan listoka bibin û tevlî avakirina Kabonê bibin hatin qetilkirin em wan şermezar dikin û got: "Heman zihnîyet qetlîamên xwe dide berdevam kirin" Rahîme bang li Serokomar Erdogan kir û ev tişt anîn ziman "Ma gelo ew ciwan li Pirsûsê hatin şer? Jina ku di zikê wê de zarok heyî sucê wê çibû? Kesên kal, pîr, zarok gunehê wan çine? Ev rojana ne ku kesên ku bedena wan ne dindînê suçê wan çine? Hemû kes dizane ku Erdogan ji bo 3-4 raya ev şer daya destpêkirin. Lê em her tim ji bo aşitiyê bang dikin û ji bo aşitî çidibe bila bibe emê bikin.

'Erdogan û DAÎŞ bi xwe terorîstin'

Besê Tuncer da zanîn ku serokomar û parlementer zarokên wan nabin ekser,bi dilekî rehet jiyana xwe dikin û ev wiha pê de çû "Em hêvî dikin ku zarokên we û Emîne jî eşên em dikişînin bikişîne. Serokomar Erdogan çeteyên DAÎŞ birê ve dibe. Erdogan û DAÎŞ bi xwe terorîstin. Di wî de li ser navê mislîmantiyê tiştek tuneye. Bila îdda neke ew misliman e. Barzanî jî alîkarî da Erdogan û ew berçevê me res bû û wî îxaneta welatê xwe kir."

'mala xwe de rûdinê û talîmata qetlîma dide'

Şîrin Bozkurt jî wiha axivî: "Kurê Serokomar Erdogan li Emerîka dixwîne ji bo jiyana xweşik. Lê welatê ku rêve dibe ji sedema raya dixwe şer û qetlîma pêk tîne. Erdogan di mala xwe de rû dinê û talîmata qetlîma dide,dengê kesên ku dilorîne jî nabîhise. Em dixwazin ev qetlîam bisekinin û şer bisekine. Leşker,polîs û gerîlla jî zarokên mene em naxwazin yek jî bimre. Ji ber vê yekê jî divê demildest ev şer raweste."

(pk)