Nilüfer Koç: Dema ku Tirkiye ne sekine dibe ku qirkirinên nû çêbibin
11:32
JINHA
HEWLER - Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç diyar kir ku eger pêşî li hikûmeta AKP'ê neyê girtin, mîna Zergelê wê serî li komkujiyên nû bide û bang li hêzên navneteweyî kir. Nîlufer destnîşan kir ku dewleta Tirk 'xeteriya hevpar' e û xwest li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin.
Hevseroka Kongreya Neteweyî ay Kurd Nîlufer Koç a li gundê Zergelê yê 8 sivîl lê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin nirxandin kir û got, "Beriya her tiştî li pêşberî bîranîna mirovên şehîd ketine bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Pêkanînên dewleta tirk ên li derveyî mirovahiyê şermezar dikim. Tirkiyeyê mirovên bê guneh, bê parastin qetil kir. Gundek hedef girt. Nehişt ku mirov birevin. Bêyî ku firsenda revê bide, komkujî kir. Îdîa dikin ku mirovên sivîl qetil nekirin, ji ber AKP li ser înkara Kurdan siyasetê dimeşîne. Mirina Kurdan ji bo AKP'ê tiştekî mezin nîne. Dewleta Tirk ev 40 sal in bi sûcên xwe yên şer tê naskirin. Pêwîste dewleta Tirk li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî were darizandin. Divê li qada navneteweyî pirsgirêk bê aşkerakirin, sûcê şer were tespîtkirin. Pêwîse bang li Tirkiyeyê were kirin ku ji aliyê dîplomatîk û hiqûqî ve bi berpirsyariya xwe rabe."
Nîlufer da zanîn ku di vî warî de wan li Ewropayê xebatên dîplomatîk meşandin, agahî dane Wezaretên Karên Derve, komkujî ji Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropayê re vegotine û got, "Ya duyemîn jî; pêwîste heyetên destwerdanê bi lezgînî werin şandin. Em bi Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hatin vê derê. Li gorî çavdêriyên Rêxistina Efûyê rapor tê amadekirin. Em jî bi wan re bûn. Di rojên pêş de em ê careke din bi heyetên navneteweyî re biçin."
'Divê Tirkiye bê sekinandi'
Hevseroka KNK'ê Nîlufer da xuyakirin ku eger pêşî lê neyê girtin wê Tirkiye li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê şer belav bike û ev xal destnîşan kir: "Li gorî me xeteriyeke bi vî rengî heye. Ji ber ku AKP bi tinekirina Kurdan re desthilatdariya xwe plan dike. Bi êrîşên xwe yên li hemberî Kurdan re dixwaze bê aramiya li Rojhilata Navîn kûrtir bike. Mirovên li Zergelê, yên li Agirî hatin qetilkirin, divê ne tenê ji aliyê pirsgirêka Kurd ve were nirxandin. Pêwîste li qada navneteweyî Tirkiye berpirsyariyên xwe bi cih bîne."
'Cihê Tirkiyê dadgeha Ceza ya Navnetewiye'
Der barê komkujiya li Zergelê de Nîlufer anî ziman ku wan bang li gelek saziyên navneteweyî kirine û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi nameyan, bi axaftina bi rêya telefonan re me bang kirin. Têkiliya me bi Bexdayê re jî heye, bi sefîrên li wir re. Girîng e heyet bên aşndin. Pirsgirêk ne tenê qetilkirina 8 Kurdan e; eger pêşî lê neyê girtin wê komkujiyên jê mezintir rû bidin. Derdorên navneteweyî ev demeke digotin 'Kurd temînata şer in'. Vaye ev temînat hedef tê girtin. Ne tenê ji bo Kurdan, belge û qanûnên Tirkiyeyê û endamên Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê mora xwe danîne binî hene; ev tên binpêkirin. Pêşî li vê dewletê neyê girtin wê ti hiqûqê nas neke. Em jî ji bo hêzên navneteweyî yên bandora xwe li ser dewletê hene dibêjin 'Divê Tirkiye were sekinadin'. Ev mijar mijara hevpar a me hemûyan e. Tirkiye ji bo herêmê xeteriyeke hevpar e. Bi mijara Zergelê re em ê di çarçoveya stratejiyeke demdirêj de hewl bidin Tirkiyeyê bibin ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî. Êdî cihê Tirkiyeyê ew der e. Li pêş çavan e ku yekser li dijî cîhanê disekine."
Nîlufer anî ziman ku eger Tirkiye difikire bi çend lêdanê re dikare Kurdan biqedîne bila li paşeroja xwe ya 40 salan binêre û got, "Ew bi xwe li radeya tinebûnê ye. Em ê rê li ber vekin ku nerazîbûnên li hemberî Tirkiyeyê bêhtir bi zelalî werin bilêvkirin. Civaka Tirkiyeyê jî ji komkujiya li Zergelê ne razî ye. Li Ewropayê jî heman nerazîbûn hene. Em ê hewl bidin vê veguherînin zexta siyasî û pêşî li rêya hiqûqî vekin."
'Feraseta PDK'ê ziyanê dide kurdan'
Hevseroka KNK'ê Nîlufer nerazîbûn nîşanî helwesta PDK'ê ya li pêşberî van êrîşan da û ev rexne kir: "Feraseta ku parçeyê xwe di ser her sê parçeyên din re dibîne, zerarê dide Kurdan. Dîplomasî ji bo her kesî rewa ye. Lê belê ev nayê wê wateyê; divê hikûmeteke ji bo tinekirina Kurdan sondxwariye mafdar were nîşandan. Ev sekneke li dijî pîvanên neteweyî ye. Pêwîste her tevgereke ku hay ji gotinên xwe hebe. Divê were zanîn ku li ser gotinên 'Bila PKK ji Qendîlê derkeve' Tirkiye wê siyasetê bimeşîne. Li qada dîplomatîk argumaneke çawa tê bikaranîn; Dibêjin, 'Ez êrîşî van dikim, ji ber ku beşek ji Kurdan destekê dide min'. Daxuyaniyên tên dayîn, sûcdariyên li aliyekî tên kirin, li pîvanên me yên yekîtiya neteweyî nayên. Şerê tê meşandin, şerê PKK'ê nîne, di şexsê PKK'ê de êrîşa li hemberî tevgera gel a xurt, êrîşa li hemberî şoreşê ye. Ez weke êrîşeke neteweyî fêm dikim. Qelsbûna PKK'ê wê were wateya qeilsbûna çar parçeyan. Mirovên li Zergelê hatin qetilkirin ji xwe welatiyên me yên ji Başûrê Kurdistanê ne. Dewleta Tirk êrîşî gel dike, gefê dixwe. Gelê Başûr ê ket bin bandora şoreşên Rojava û Bakur, bi komkujiyê re bersiv jê re hat dayîn. Dibe ku di nava me de pirsgirêkên navxweyî hebin, lê divê em vê di nava xwe de, li platformên neteweyî binirxînin."
'Dema ku kurd nebin yek dê komkujî zêde bibin'
Nîlufer da zanîn ku girîng e banga kongreya neteweyî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 20 carin dixe rojevê, careke din were nirxandin û got, "Eger Kurd nebin yek, eger dijminatiya AKP'ê ya li Kurdan neyê dîtin, wê komkujiyên mîna Zergelê zêde bibin. Pêwîste gelê me di vî warî de nêrînên xwe hîn bi wêrekî bîne ser ziman. Weke gel em bi firsendên dîrokî re rû bi rû ne. Naskirina dijminê xwe, fêmkirina daxwazên dijmin, garantiya pêşeroja me ye. Her wiha wezîfeya me ye ku em dîplomasiya xwe ya neteweyî bi pêş bixînin. Zergelê hesasiyeta neteweyî afirand. Bandor li hin partiyên siyasî yên li gorî dilê Tirkiyeyê daxuyanî didan, kir."
(zt)