Li Rojava jiyana jina ya ku Şorêşê daye guhertin
11:39
Şevin Şervan/ JINHA
DERÎK - Li Rojava 'Şoreşa Jina' tê binav kirin çîrokên jinan, tekoşîna wan ya di nava Şoreşê pir balê dikîşîne. Li Qamişla ji aliyê rejîmê surî yekemîn avasazê YPD'ê yê bi navê Bavê Cudî hevsera wî Husniye Îsmail Behrem di nava berxwedanê de cîhê xwe girt. Husniye di mala bîrîndaran de kar dike û şervanên ku di nava şer de birîndar dibin tedawî dike û bi malbatên wan re yek bi yek eleqedar dibe.
Şoreşa li Rojava bi alîkariya gel û keda gel ve tê avakirin gel jî zarokên emrê wan 7 heta bibê je 70'ê tevlî xebata dibin. Gelek çîrokên gel yên cur bi cur hene di nava wan de yek jî yekemîn pêşengê Şorêşê avasazê PYD'ê di nava gel de wekî Bavê Cudî tê binav kirin. Ahmet Huseyin berî 11 salan li Qamişlo ji aliyê rejîmê ve hate binçevkirin û 7 roja di bin îşkenceyê de ma piştre jî hate qetilkirin. Hevsera wî Husniye Îsmaîl Behrem jî bi tevî 4 zarokên xwe tekoşîna xwe ber devam kir. Husniye piştî ku Şoreşa li Rojava destpêkir 2012'an û vir ve bi avayekî aktîf tevlî xebata "Saziya Malbata Şehîdan" û mala birîndaran bu.
'Ji aliyê rejîmê ve hate qetilkirin'
Husniye ajansa mera axivî û behse hevalê xwe Bavê Cudî' kir. Husniye diyar kir ku jiyana Bavê Cudî her roj di nava tekoşînê de derbas bû. Husniye got "Min carekî got 'Tu qet natirsî tu şehît bikevî.' Ji min re got 'mirin careke' herî dawî ew girtin birin li Qamişlo me 5-6 rojan hiç xeber negirt. Roja 7'an jî me agahiya şehît buna wî girt. Li ser bedena wî şopên lêdan û qamçî hebûn. Pozê wî hatibû şikestin,neynizê wî hatibûn kişandin. Me cenaza xwest lê cenaza nedan me. Piştî hewlesta rejîmê PYD'ê bihîst xwest bu avayekî fîîlî cenaza bigrin me nexwest buyer derkevin û destar neda hevala. Me cenazê Bavê Cudî ne girt be jî îlankirina şehîtbûna wî da. Konê serxwaşiyê heftekî dom kir û rejîm jî cihê şînê neçû û em hertim di bin kontrolê de bûn. Piştî şîn xilas bû ji bo mê lêkolîn dan destpêkirin. Her sal pîştî biranîna wî lêpîrsînên wan ber devam dikir."
'Min tekoşîn kir û ez sen nigê xwe mam'
Husniye diyar kir ku piştî hevserê wê hatiye kuştin ew 4 zarokên xwe re maye,keça wê Zîlan jî ew buyerên pêk hatiye gelek bandon li ser wê çêkiriye û ev tişt anîn ziman "Bi alîkariya wevalê wê ji nû ve jiyana xwe saz kiriye û tekoşîna ber devam kiriye." Husniye destnîşan kir ku piştî şoreşê destpêkiriye mala xwe li Derîkê bar kiriye û got; "Ez ketim saziya malbatên şehîda. Cîhê ku em cûn mala birindara hebû. Şervanên ku di şer de birin dar dibin min xwest alîkariya min bigihêje wan. Sê sala ez xizmeta hevalên birîndar dikim,rojên ez bê wan derbas dikim ez bîra wan dikim. Ez amedeme hemû peyvira bikim. Me soz dane şehîdên xwe. Bavê Cudî heta ku şehît kes soza xwe anî cîh. Pîştî ku şehîtbuna Bavê Cudî baveriya min ya rêxistinê hîn xurt bu."
'jin natirsin û di hemû xebatan de cîhê xwe digrin'
Husniye Behrem diyar kir ku berî şoreşê zilma devlet û ya mêr hebû û ev tişt gotin; "Bavê Cudî dema ku jiyan dikir rojekî ez û cînara xwe em civînekî. Civîn dirêj bû em dereng hatin malê. Hevala min xwest ku ez bi wêre biçim malê. Min got çima. Got "tu zarokên xwe dihelî û diçî hevalê te jî ji ber ku di dinava xebatan de ye kes tera tiştekî nabêje. Dema ez dereng diminîm ez hevserê xwe re pirsgirêka dijîm" Husniye anî ziman ku piştî Şoreşa li Rojava nezikatiya mera ya li ser jina hatiye guhertin,edî hemû jin bê tirs dikevin hemû xebatan.
(pk)