Derbarê Fîgen Yuksekdag fezleke hate amadekirin
13:07
nuçe
JINHA
RIHA - Di derbarê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de ji gotinên wê yên weke "Em pişta xwe didin YPJ'ê YPG'ê û PYD'ê " fezleke hate amadekirin.
Serdozgerê Komarê yê Rihayê ji ber gotinên Figen Yuksekdag yên weke "Em pişta xwe didin YPJ'ê YPG'ê û PYD'ê " di 19'ê Tirmehê di şahiya ku ji bo Şoreşa Rojava hatibû li darxistin de gotibu fezleke amadekir û lêkolin da destpêkirin. Di fezlekê de tê idia kirin ku Hevseroka Giştî a HDP'ê "Propagandaya rêxistinê dike" tê xwestin ku neznebûna wê rabe.
Fezleke ji bo bidin Wezîrxana Meclîsê, Mudurê Giştî yê Karê Ceza yê Wezîrxana Edelêtê re hate rê kirin.
(pk)