Îslam bi nêrîna jinan carek din teşe digre

13:12

Ceren Karlıdag /JINHA

ÎZMÎR- Nurcan Çetînbaş a ku neh salan di qada femînîzma Îslamî de dixebite got: "Eger ol bi pergala baviksalarî ve teşe girtibe pêwîstî bi nirxandinek girîng û nû heye."

Jin ji aliyê mêran ve di her dema Îslamê de rastî gotinên wek "Jinên ku dixebitin mêran têrnake", "Hûn dikarin bi keçika 6 salî re zewac pêk bînin", "Jina ku rastî tecevûzê tê rojiya wê xirab nabe." Yekemîn li Îranê salên 1980'an de Femînîzma Îslamî derbasî Tirkiyê bûye. Li hemberî nêrînên Îslamî nêrînên alternatîf bi nêrînê jinê cardin ji nûve wê were şirove kirin. Li gorî armanca nêrîna Femînîsta Îslamî Nurcan Çetînbaş Îslam bi pêvajoyek nû dê bê girtin.

Nurcan da zanîn ku li gorî lêkolînvanên Femînistên Îslamî, pirsgirêk ne di Îslamê de ye pirsgirêk ew e ku civak nikare Îslamê rast bi jiyanî bike. Nurcan destnîşan kir ku di Kuranê -Kerîm de jin nakeve rêza duyem lê di nava qadên civakî de ji ber ku ol bi hişmendiyê mêr tê belav kirin jin xistiye rêza duyem û wiha berdewam kir: "Kuranê -Kerîm ji bo bingehê jiyanek wekhev û bindest hatî amede kirin."

'Îslam dikare piştgirî bide tevgerên jin'

Nurcan behsa armancên Femînîzma Îslamî kir û anî ziman ku bi nêrîna jinên Femînîstên Îslamê ewê carek din Îslamê binirxînin. Her wiha diyar kir ku di vê çerçoveyê de bi tevgerên femînîzmê yên din re jî nêrînên hevpar wê avabikin û got: "Sergirtî ango vekirî, Elewî ha Sûnî di nava wan hemûyan de jî jin tê qetilkirin. Em dev ji hemû nasnameyên xwe berdin tenê bi nasnemeya jin dikarin çi bikin? Li ser vê mijarê me nîqaş dan meşandin. Her wiha di demek ku ewqas jin rastî qetilkirinê tê hatina me ba hev wek jin gelek girînge. Ji ber ku Îslam di mafên bingehîn de û ji bo hemû mirovahî aramî daxwez dike ez bawer dikim ku dikare gelek piştgirî bide tevgerê jinan."

'Li hember jin di her warî de dorpêçkirin heye'

Nurcan anî ziman ku dema ol bê nirxandin aliyê wê ya zanista civakî jî girtina dest gelek girînge û wiha pêde çû: "Di vê serdemê de salên 600'î rexnekirin rast nabînim." Nurcan weşandinê kanala Diyanetê a TRT'ê ya di meha Ramazana borî de kiriye nirxand û anî ziman ku bernameyên ku çawan dikarin 'li jinan bidin' amede kirine û got: "Eger ol bi pergala baviksalarî ve teşe girtibe pêwîstî bi nirxandinek girîng û nû heye. Di guhertin û veguhertinê de pêwîste em mutlaq nêz nebin. Di Îslamê de ji aborî heyan zewacên zêde, di gelek qadên wê de şaşî tê jiyan kirin. Tiştên rast nayê ser ziman û dernaxin pêş. Ji bo berjiwandiyê xwe didin bi karanîn. Zimanê zagonê jî zimanek baviksalariye. Li hember jin di her warî de dorpêşkirin heye."

'Ji mêran re peyama hûn Îslamê nasnakin..'

Nurcan diyar kir, ji bo ku jin Îslama rastî fambike pêwîste çavkaniyên cuda lêkolîn bikin û wiha domkir: "Armanca me a serke ew e ku Îslama ku hatî berovajî kirin rastkirine û ji mêran re peyama hûn Îslamê nasnakin dayîne."

(rc)