Piştî berxwedana 10 rojan Mesut Pusat sipartin axê

15:35

JINHA

ŞIRNEX- Piştî berxwedan 10 rojan cenazeyê şervanên YPG/YPJ û HPG’ê li Deriyê Xabur re derbas bun. Ji wan 13 cenazeyan şervanê HPG’ê Mesut Pusat li Slopiya ji aliyê bi hezaran welatiyan ve hat oxir kirin.

Gelê Botanê piştî berxwedana 10 rojan cenazeyên xwe wer giritin. 13 Şervanê YPG/YPJ-HPG’ê iro ber destê sibê piştî 10 rojan di Deriyê İbarahîm Xelîl de dihatin ragirtin derbas kirin û şandin bajarên wan. Şervanê HPG’ê Mesut Pusat jî piştî kar û barê otopsiyê di deriyê Xaburê de hatî kirin li Gorisana Şehîdan a Slopiya ji aliyê hezaran welatiyan ve hat oxir kirin. Cenazê Mesut piştî ku li mizgefta Şehîdan hatî şuştin di navê de parlementerên HDP’ê Leyla Birlik, Faysal Sariyildiz, Hevserokên HDP, DBP, Hevserokê şaradariya Slopiya û Cizîrê, Endamê MEYA-DER’ê û bi hezaran kes dest bi meşê kirin. Di meşê de posterê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û posterê Mesut Pusat hat vekirin û alê YPG’ê û YPJ’ê hat rakirin. Girseyê di meşê de durêşmên” Şehîd namirin” , “Bijî Serok Apo” “Kujer DAİŞ hevkar AKP” berz kirin.

Li Goristana Şehîdan merasimek hat li darxistin. Di merasima ku bi rêzgirtinê despêkir de axaftina Despêkê Hevserokê MEYA-DER’ê Mela Qasim Yixit axivî. Mele Qasim diyar kir ku Mesut û hevalê xwe bi berxedana mirovahiyê dane. Mele Qasim balê kişand ser seknandina şervanan a 11 rojan û wiha got: "Şehîdê me 11 roj di 50 derece germê de dan seknandin. Disa hemû dinya bi vê yekê hisiya. Em berxedana şehîdan li hemû gelê Kurdistanê pîroz dikin.” Mele Qasim got ku bi saya berxedana gelê kurd ev cenaze hatine dayîn. Mele Qasim herî dawî ji Slopiya heya Kantona Cizîrê silav ji berxedana gel re kir.

Piştî Mele Qasim Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî diyar kir ku gelê Kurd bi berdelê giran dîroka mirovahiyê di nivîsin. Feysel got ku zarokê vî gelê bi fedakariyek mezin xwe ji bo gelê xwe xwe feda dikin û gel jî li wan xwedî der dikeve. Feysel bi lêv kir ku polîtikayên tûnekirinê hunda kirina û berxwedana gelê kurd qazanc kiri ye.

Dayîka Mesut Kerima Pusat jî got ku ew şehîd ne şehîdê wan tenê ye şehîdê hemû kesî ye û wiha got: “Dema me des bi vê dozê kir me ev şehîd dan. Bila Serok Apo saxbe. Serê gelê Kurd saxbe.

Piştî axaftina Mesut hat defin kirin.

(ma/zt)