Li Gabarê agirê leşkeran pêxistî berdewam dike
15:50
JINHA
ŞIRNEX - Şewata li çiyayê Gabarê beredawm dike.
Li navçeya Basa ya Şirnexê jî Qerekola Girê B a leşkerî duh şev seat di 01.00'an heta 05.00'an çiyayê Gabarê hate topbarankirin. Di encamê topbaranê de li herêmên Girêşerka û Deryukaguryê şewat derket. Welatiyên li bajaroka Findikê di serê sibê de ji bo şewatê bi temirinin ketin nava hewldanan û hat ragihandin ku li wan herêman di encama xebatên welatiyan şewat hatiye vemirandin.
Li çiyayê Gabarê ya aliyê Cizîrê yê ku duh di nava rojê de ji hêla helîkopteran ve hatiye bombebaran kirin şewat berdewam dike. Di seatên şevê de şewat bi kilometreyan berfireh bû. Girên serê çiyayi bi temamî di nava agir de mane. Ji ber şewatê navçeya Cizîrê jî di bin dû de ma.
(ma/zt)