Beyza Ustun: Hikumeta demî bi alikariya sermaye li hember xwezayê şer daye despêkirin

09:11

JINHA

AMED - Parlementera HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun girêdayî gund û daristanên li Lîcê şewitiyîn lêkolîn da despêkirin. Beyza diyar kir ku du hefteyên hikumetê hikumê tunekirinê dayî û berdewamkirina şer parçayek ji texrîbatên xwezayîne.

Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê parelelî politikaya AKP'ê ya şer xwezaya Kurdistanê wêran dike, bi destê TSK yê her roj yekîdin zêde dike. Ji Cudî, Gabar, Dêrsim hema hema her deverê nûçeyên şewatê tên. Di salên 1990'an de du caran Lîce şewitandin, cardin çiya, gund, dar û daristanên wê şewitandin. Piştî ku şahidên buyerê dan zanîn ku ew ji avêtina kimyasalê bi gumanin û gotin: "Gokên ji agir bi helîkopterê di avêtin, paşê jî agir derket." Parlementera HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun tiştên ku ditiye û jêre şahidî kiriye vegot.

Di her herêmê de kaputalîzim xwezayê talan dike

Beyza destnîşan kir ku ne tenê li Kurdistanê li herêmên dinê yên Tirkiyê texrîbatên xwezayî bi lez berdewam dike. Beyza anî ziman ku çavkaniya texrîbatên xwezayî di bingehê xwe de maf nedana sistemê ya mirov û xwezayê ye û wiha got: "Di van demên dawî de bandora texrîbatên xwezayî li ser mirovan gelek zêdeye, lê li Anadolu û Mezopotamyayê hîn zêdetir kure. Hem robarên avê li cihê pêdiviyan ji bo şirketan tên xebitandin. Ji van mînakên madenên ocaxan yên li Murgul, çiyayê Kaz, Artvin ê ne, mînakên dinê yên weke sontajên gaza keviran yên di navbera Farqîn û Hozatê de nin."

'AKP şer gur dike'

Beyza derbirî ku divê dahurîna kirîza kapitalizmê ya ji salên 2001'an despêkirî heya 2008'an kur buyî baş bê kirin. Beyza diyar kir ku li gel texrîbatên xwezayê yên li Kurdistanê bi şer re zêde dibe girêdayî politikaya AKP'ê ya xwe dayîna jiyandine. Beyza da zanîn ku AKP tiştên ku berpirsiyariya wan neyî dike, hikumeta 24'emîn tine dike û wiha domand: "Bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re hikumeta bê bandorbuyî li cihê istifa bike, weke ku heye politikaya şer dimeşîne û kapitalizmê kur dike. Bi lez li Kurdistan û Tirkiyê sazumaniya HES, rê û bendavan çêdike. Herêmên daristanan û xwedikirina ajalan bê bandor dike û berê wan mirovan didin şirketan.

'Emê hesap bipirsin'

Beyza wiha berdewam kir: "Niha bi stratejiya şer re kapitalizma hati bin axkirin jî dimeşe." Beyza qirkirina Pirsusê, Agirî û li gelek navendan infazên ciwanan bibîr xist û destnîşan kir ku ev kirinane ji texrîbatên xwezayî ne qutin. Beyza wiha qala şahidiya xwe ya ji şer re kir: "Em li Cudî, Lîce, Dîcle û gelek deverên dinê şahidiya şewata gundan, bi hezaran hektor erd û daristan dikin." Beyza anî ziman ku di du hefteyên dawiyê de hikumetê dest bi şer kiriye, armanca hikumetê alîkarî ji derdorên xwedî sermaye girtin û gur kirina şere û wiha dom kir: "Lê wê nikarin wê bi ser bixin. Bi alîkariya ku gel di 7'ê Hezîranê dayî me, emê bi hev re bi inad aştiyê avabikin."

Beyza balkişand ser lêkolînên wan li gel heyeta Meclisa Azadiya Jinan yên ku bi hev re çuyîn Lîcê û diyar kir ku dê çavdêriyên xwe yên ser şewata gundan û daristanan bikin rapor û ji berpirsiyarên ew kiriyar kirine jî hesab bixwazin.

(zt)